Li paytexta Îngilîstan Londonê bi armanca ku piştgiriyê bidin girtiyên ketine grevê li Dêra dîrokî ya St. Martin Ýn The Field ji aliyê 13 ciwanên kurd û tirk ve grev hatibû dest pêkirin û girev kete roja çaremîn. Komeleya Çanda Karkeran a Penberên Îngilîstanê (Gik-Der) ji roja çarşemê de tevli grevê bûye û rolek aktîf lîst.
Çalakiya girtiyên siyasî yên kurd bi armanca ku şert û mercên azadî-ewlehî- tenduristiyê Ocalan û mafên gelê kurd bê dayîn dest bi grevê kiirin û greva wan kete roja 46’emîn. Ji demokratên şoreşger yên kurdinstanî û tirk yên Îngîlîstanê ji bo girtiyan piştgirî hat dayîn.
Li Londonê li Dêra St. Martin in The Field bi tevlibûna 13 kesan grev hat destpêkirin û ket roja 4’emîn.
Der barê grevê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Ji bo daxzên girtiyên di grevê de ne 4 rojan ji hezarî zêdetir îmze hatin berhevkirin. Her wiha der barê rewşa girtiyên di grevê de ne jî agahî hat dayîn.
Di çalakiyê de bi hezaran kes çûn serdana kesên li dêrê ketibûn grevê û pê re sohbet kirin. Her wiha hunermend Dîno jî çû serdana wan û serkeftin ji wan re xwest.
Dêra Dîrokî St. Martin Ýn The Field deriyê xwe ji çalakiyê re vekir. Sermetranê Dêrê Revd Richard Carte û xebatkarên dêrê bi şev û roj çûn serdana wan û piştgirî dan wan.
Herwiha piştî çalakî bi dawî bû, dê ayîna duayan bê kirin.