Li Kurkçulerê Vîtamîna B1 nadin girtiyan

Li Kurkçulerê Vîtamîna B1 nadin girtiyan

Hate zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê Vîtamîna B1 nadin 20 girtiyên ku ketine greva bêdem û bêdorveger.

Çalakiya birçibûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ji bo ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk 47 rojin didome, her ku diçe belav dibe. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê 5 girtiyên din ji dest bi çalakiyê kirin. Girtiyên ku ji 15'ê Cotmehê dest bi çalakiyê kirine Yusuf Oruç, Selami Keleş, Alî Îmge, Şakîr Ercankan, Harûn Onemlî, Yilmaz Kahraman, Îsa Kilvan, Kenan Yildizbakan, Haşim Dolek û Şemsettin Gergin çalakiya xwe berdewam dikin.

Xizmên girtiyan diyar kirin ku, Rayedarên Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê Vîtamîna B1 nadin 20 girtiyên ku ketine greva bêdem û bêdorveger. Hate zanîn ku, li heman girtîgehê 4'ê Cotmehê jî 10 girtiyên din ketin greva bêdem û bêdorveger.