Di 2010’an de piştî ku KCK’ê biryar girt ku saziyên xwe yên dadê ava bike şûnde, gerîlayên HPG’ê çalakiyên girtin, binçavkirin û dîl girtinê di sala 2011’an de zêdetir kir. Di mehên havînê de jî operasyonên gerîlayan çarçoveyeke berfireh hedef girt û serkeftineke mezin bi dest xist. Tê destnîşan kirin ku li hemberî sûcên ku rejîma AKP’ê li Kurdistanê dide meşandin hiqûqa KCK’ê ketiye dewreyê.
Çalakiyên gerîlaya yên wekî dîl girtin, girtin û binçavkirin bi taybetî sala 2011’an de zêdetir bûn. Ligel dîlgirtina leşker, polîs û cerdevanan, binçavkirina sivîlan jî aliyekî nû li van operasyonan zêde kir.
Kesên k udi faliyetên înşata qereqolê, di înşaatên bendavên ku dîrok û xwezaya Kurdistanê tune dikin, kesên di faliyetên ku xizmetê ji asîmîsyonê re dike, kesên ku hevkariyê ji rejîma ku sûcê giran dike û her wiha kesên ku desthilata zordar-kujer re xizmtê dike, yanî beşeke mezin a ku di nava van xebatan de cih digirin, dibin mijara operasyona gerîlayan. Yanî bi îfadeyeke din jî li hemberî sûcên ku rejîma faşîst li Kurdistanê dimeşîne gerîla hiqûqa xwe dike dewreyê.
BÎLANÇOYA DÎKTATORYAL A AKP’Ê
Rejîma AKP’ê di sala 2002’an de piştî ku bû desthilat şûn de hejmara 60 hezar girtiyê derxist 140 hezarî. Bi taybetî Tirkiye di bi navên Têkoşîna Terorê de di warê girtinê de kiriye girtîgeha herî mezin a cîhanê. Her wiha bi vê jî sînor nema û hemû kesên ku rêveberiya Gulen/AKP’ê rexne kirin kesên ku li derveyî xeleta ‘alîgir, bîatî’ man hatin girtin û binçakirin. Ev pêkûtiyên derveyî mirovahiyê bûn parçeyeke jiyanê.
Li Tirkiyeyê îro bê şîrove ji 600’î zêdetir xwendekar girtî ne, ji 500’î zêdetir jin ku ji vana hin aktîvîstên BDP’ê ne girtî ne, nêzî 100 rojnameger, 40 sendîkavan, bi dehan parêzer, 32 şaredar û 8 parlamenter û bi sedan zarokên kurd ku hejmara wan nayê zanîn girtîne. Bi vê bîlançoyê jî ev yek derdikeve holê ku Tikriye girîgeha herî mezin a cîhanê ye.Dîsal ligel vê gelek rewşenbîr û parêzvanên mafê mirovan di girtîgehan dene. Di nava hincetên girtinan wan de jî ji bilî ‘tespîtkirinê’ her tişt heye. Di van operasyoên ku tu hinceta wan a hiqûqî tuneye de, kesên hatine girtin bi cezayên giran yên ku hişê mirovan nagire rû bi rû dimînin. Li gorî ÎHD’ê sala 2011’an de 12 hezar û 600 kes hatine binçavkirin û ji vana 3 hezar kes hatine girtin. Di çar mehên ewil yên 2012’an jî li Kurdistanê nêzî 10 hezar binpêkirina mafan hatiye jiyîn û 2 hezar kes jî hatine binçavkirin.
HPG: POLÎTÎKAYA ME YA GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ DÊ BIDOME
Li hemberî vê tabloyê, gerîlayên Kurd polîtîkayek danîne holê û ev yek jî ji pêvajoyê dixuyê. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî di hevpeyvîna d idi 24’ê gulanê de dabû ANF’ê de got; ““Bila were zanîn ku dê polîtîkaya me ya dîlgirtin û girtinê bidome. Dê her kesên ku li Kurdistan ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê re bibin amûr, di hedefa me ya girtinê de bin. Weke min beriya niha jî got, ev yek tenê nayê wateya tenê hedefên leşkerî. Ji ber ku em rê nadin hiqûqa mêtîngeriyê li Kurdistanê bê karanîn. Dê li Kurdistanê hiqûq Kurdistana Xweser a Demokratîk bê karanîn. Kesên welatparêz û demokrat li gorî makeqanûna 12’ê Îlonê weke tawanbar tên dîtin. Lê bila baş were zanîn ku kesên hevkariyê AKP’ê dikin sucdar in.”
DADGEHÊN KCK’Ê
Dîwana Dada Bilind a KCK’ê di cotmeha 2010 de ragihadibû ; “li şûna saziyên daraz û dadgehên xwînmij û înkarperest bi pêkanîna saziyên dadî yên xwe yên rewiştî û demokratîk re pirsgirêkên xwe di pergala civakî ya saziyên demokratîk yên xwe de çareser bike.” Dîwana Dadê dabû diyar kirin ku wana biryara da ku tawanên ku di tevaya dîrokê û 30 salên dawî de li ser Gelê Kurdistanê pêk hatine, bi pelge û delîlan, dê ji raya giştî û qada navneteweyî re bê ragihandin. Dîwanê gotib; “Em gihiştine vê biryarê ku di serî de li dijî tevgera me xayîn, xwefiroş û hevkarên ku beşdarî sepandin û pilanên AKP’ê yên jinavbirinê dibin; xwefiroşên li ser xwîn, tundûtûjî û rondikan rantên aborî, siyasî, civakî bi dest dixin; hevkarên dewlet û AKP’ê ku bi zanatî û lebat rol werdigirin û beşdarî polîtîkayên qirkirina çandî û bişavtinê dibin, bi pêşkêşkirina nirxên gel û bi van rolên xwe yên bê yom, bi van awayan ji çareseriya aştiyane û demokratîk re dibin asteng derheqê wan de dê lêkolîn û lêpirsîn bên destpêkirin. Di civîna me de derket holê ku biryar e, gilî û serlêdanên gelê me dê bên lêkolandin; bi awayeke acîl û bi lez tawanbar bên aşkerakirin û bên darizandin. Di vî warî de Dîwana Dada Bilind xebateke berfireh daye destpêkirin.” Dîwanê got; “ivê êdî gelê me ji bo pirsgirêkan serî li dadgehên dewletên xwînmij û înkarperest nedin. Di nav kelepûr û dabûnerîtên gelê me de rê, rêgeh û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan tên zanîn. Ji bo çereseriya pirsgirêkan rêxistinên civakî yên wek civatên gel, dîwanên dadî, komîsyonine, civatên gundan, rûspî û porispîyên civakê rola xwe ya serekî bi cîh bînin. Bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêkan de li şûna saziyên dadgeh û darazên dewletan, bila ev saziyên me esas û bingeh bên girtin.”
DÎLGIRTIN, GIRTIN Û BINÇAVKIRIN
Di 29’ê gulanê de, gerîlayên HPG’ê li Zazanên Korhan ên li qûntara Çiyayê Agiriyê, 3 wesayîtên ji xebata çêkirina rêyan vedigeriyan, rawestandin û agir berdan her sê wesayîtan. Gerîlayan endezyarê bi navê Mehmet Tan, parêzer Serkan Gultekîn, muteahît Fîkrî Guner, merengoz Zafer Alagoz û 6 kesên din girtin binçavan.
Di 23’yê gulanê de jî, Gerîlayên HPG’ê piştî ku 3 gerîlayan li Amedê jiyana xwe ji dest dan lêpirsînek dan destpêkirin. Gerîlayan di çarçoveya lêpirsînan de li navçeya Lîcê 10 gundiyan girtin binçavan û piştre serbest berdan.
Gerîlayan roja 17’ê gulanê jî, demjimêr di 16:30, li herêma Hemkok ya nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navend Bedlîsê kontrola rê kirin. Di vê navberê de karwana 3 wesayîtên ji Bedlîsê diçûn ji aliyê gêrîlayan ve hatin rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Piştî kontrola nasnameyan, ji cerdevanên gundê Çeltîklî keyayê gund Arafat Melek jî di nav de 6 cerdevan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin. Cerdevanên din yên hatin binçavkirin navên wan wisanin: Îlyas Demîr, Davût Melek, Fesîh Bodûr, Sidik Bodûr û Bûrhan Çapar. Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hatî dayîn, hate ragihandin ku, li ser rêya di navbera Bedlîs û gundê Şêx Cûma de çalakiyek pêkaniye û nasnameya kontrolê kirine. Ji 15 wesayîtên ku rawestandine bi îdîaya ku 6 cerdevanên li dijî gêrîlayan sûc kirine hatine girtin.”
Gerîlayên HPG’ê di 12’ê gulanê de li ser rêya navçeya Pasûra Amedê û Mûşê rê kontrol kirin û Serokê AKP’ya navçeya Pasûra Amedê û sercerdevan Veysel Çelîk girtin binçavan. HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê der barê binçavkirina Serokê AKP’ya navçeya Pasûra Amedê û sercerdevan Veysel Çelîk de daxuyaniyek da û got; “Serokê navçeya Pasûra AKP'ê û serdcerdewan Veysel Çelîk ji aliyê gerîlayên me ve ji bo darizandinê hatiye girtin” û diyar kir ku dê were darizandin.
Hin dîlên ku ji sala 2011 ve di destên gerîlayan de hene. Astsubay Abdullah Sopçeler û çawişê pispor Zîhnî Koç di 9’ê tîrmeha 2009 de li ser rêya Lîcê ya Amedê, Namzedtê Qeymeqam Kenan Erenoglû di 12’ê tebaxê de, li ser rêya Mûş û Pasûra Amedê, çawişê pispor Kemal Ekinci di 1’ê cotmehê de li navenda Şirnexê, polîs bi navê Nadir Ozgen jî di 10’ê îlonê de li Wanê 10 hatibû girtin.
HIKÛMET BÊ DENG E, AQIBETA LEŞKERA DÊ ÇAWA BE
Hikûmeta AKP’ê heta niha li hemberî leşker û polîsên hatine girtin bê deng e û tu daxuyaniyên fermî nedaye. Gelo dê rewşa girtiyan çawa be? Sofî Nûredîn wiha dibêje; “Qûralên navneteweyî yên ji bo dîlan çi be, em ê esas bigirin” û wiha domand; “Em ê di çarçoveya hin şertan de dîlên di destê xwe de serbest berdin. Hin hewldanên hin saziyên aşitîxwaz û mafê mirovan hene. Lê bila baş were zanîn ku çareseriyeke yek alî nabe.”
Sofî der barê dîlên ku di van demên dawiyê de hatine girtin û got; “Bê guman AKP’yî ne hedefên leşkerî ne. Em wisa nêzîk nabin. Ên van demên demê dawiyê me girtine ne leşker in. Çawa ku Serokê APK’ya Pasûrê ne leşker be, Hatîp Dîcle û Selma Irmak ên ku bi dengên gelê Kurd weke parlementer hat hilbijartin jî ne leşker bûn. Her roj mirovên me yên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve tên girtin. Qaşo di bin navê operasyonên KCK’ê de her roj, zarok, pîrk kal, bi hezaran mirovên me girtine û berdewam dikin. Zêdetirê heşt hezar kes hatine girtin. Gelo kîjan ji vana leşker e. Ew hemû sivîl in û siyasetê dikin. Tenê çekek tenê jî di destê wan de nehatiye dîtin.”