Li Kurdistanê bêdengiya 9'ê Cotmehê
Li Kurdistanê bêdengiya 9'ê Cotmehê
Li Kurdistanê bêdengiya 9'ê Cotmehê
Ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê, li Bakurê Kurdistanê dikandaran derabeyên xwe daxistin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û li gelek cihan xwendekar neçûn dibistanan.
AMED: Bi wesîleya 15. salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek cihan derabeyên dikanan nehatin vekirn. Li navçeya Baglarê, di serî de kolanên Goçmenler, Sento, Kûrûçeşme, Bariş û Lefkoşa li gelek cihan derabe nehatin vekirin. Di nava bêgeniya li navçeyê de hejmara zêde ya maşînên polîsan bal kişand. Li navçeya Sûrê jî di serî de Kolana Melîk Ahmet li gelek devran derabe nehatin vekirin, polîsên Tirk jî bi maşînên zirxî yên bi tîpa akrep û panzêran li hin nuqteyên navçeyê bicih bûn. Li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê, hema hema tevahiya derabeyên dikanan nehatin vekirin.
BISMIL: Li navçeya Bismilê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, ji bilî dermanfiroş û kargehên nan, derabeyên ti dikanan nehatin vekirin. Xwendekar neçûn dibisanan û li navçeyê bêdengî heye.
FARQÎN: Li gelemperiya navçeya Farqînê ji bilî dermanfiroş û kargehên nan, ti dever nehatin vekirin. Li navçeyê bêdengî serdest e.
LICE: Li navçeya Lincê, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bilî kargehên nan û dermanfiroşan, ti kargeh û dikan nehatin vekirin. Li kolanan jî ciwanan bend danîn û agir dadan.
SILOPÎ: Li navçeya Şirnex Silopiyê, bi armanca şermezarkirina komployê, dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeyê bi tenê dermanfiroş û kargehên nan vekirîne.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê jî, bi sedan ciwanên YDG-H'yî li taxan hatin cem hev û ji bo komploya 9'ê Cotmehê şermezar bikin, rêyên sereke yên navçeyê li çûn û hatinê girtin. Çalakiyên ciwanan ên duh êvarê, li gel destwerdana polîsan jî heta derengiya şevê dewam kirin. Îro danê sibê jî, dikandaran dikanên xwe venekirin. Ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û li gelek dibistanên navçeyê xwendekar neketin dersan.
PIRSÛS: Li navçeya Riha Pirsûsê, dikandaran ji bo komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, dikanên xwe venekirin. Li navçeyê xwendekaran dibistan boykot kirin û ajokaran wesayîtên xwe bikarneanîn.
DÊRIK: Bi armanca şermezarkirina destpêka komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dikandaran derabeyên xwe venekirin. Ji ber bi tenê dermanfiroş û kargehên nan vekirî ne, li navçeyê bêdengiyeke mezin xuya dike.
NISÊBÎN: Li navçeyeke din a Mêrdînê Nisêbînê dikandaran îro danê sibê derabeyên dikanên xwe venekirin. Ji ber pêdiviyên zarûrî bi tenê kargehên nan hatin vekirin. Li gel bêdengiya li navçeyê, liv û tevgera polîsan balê dikşîne.
COLEMÊRG: Li navenda bajarê Colemêrgê bi armanca şermezarkirina komploya naveneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikan nehatin vekirin. Gelek xwendekaran jî dibistan boykot kirin.
ÇELÊ: Li navçeya Colemêrg Çelê, bi heman armancê dikan nehatin vekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û li navçeyê jiyan rawestiya.
GEVER: Ji bilî dermanfiroş û kargehên nan, dikanên li navçeya Geverê jî nehatin vekirin û li gel bêdengiya li navçeyê, tevgereke zêde ya polîsan balê dikşîne.
ŞEMZÎNAN: Heman bêdengî li navçeya Şemzînanê jî heye. Li navçeyê derabeyên dikanan nehatin vekirin û polîs di nava tevgerê de ne.
GIMGIM: Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Mûş Gimgimê dikandaran dikanên xwe venekirin, gel derneket kolanan û wesayît nehatin bikaranîn.
MILAZGIR: Dikandarên navçeya Milazgirê jî derabeyên xwe venekirin û li navçeyê bêdengiyek heye.
EDENE: Bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê, li navçeyên Edene Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê, li taxên Şakîrpaşa, Onûr, Ova, Ûçak, Kuçukdîkîlî, Barbaros, Hurriyet, Anadolû, 19 Mayis, Yenîbey, Koza, Belediye Evlerî, Yersûat û kuçikkirimê dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin. Rêxistinên BDP'ê yên Bajar û navçeyan paçekî reş li avahiyên partî û nûneriyên xwe ve kirin.