Li Almanyayê gelek saziyên ku ji rêxistinên penaberan yên tirk û kurd pêk tên bi armanca piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê li Kolnê mîtîngê pêk tînin.
Li Almanyayê di nava wan de YEK-KOM, Meclisa Aştiyê ya Ewropayê, TUDAY jî di nav de gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl, bi rmanca piştgiriyê bidin girtiyên ev 44 roje di girevê de mîtîngekî pêk tînin.
Mîtîng roja înê saet di navbera 17.00-19.00’an de li Qada Dom a Kolnê dê pêk were.
Her wiha daxuyaniya ku wesîleya mîtîngê hate dayîn de wiha hat gotin: “Gireva ku di 12’ê îlonê de ji aliyê girtiyan ve hatiye dest pêkirin gihiştiye astekê. Girtî xistine hucreyên yek kesî û îzolasyon lê hatine ferzkirin. Her wiha vitamina B1 nadin girtiyan û terkî mirinê dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye dayîn de gotina ‘Dema hişê wan wenda bû em dê mudaxale bikin’ îfadeya dê girtiyan seqet bihêle. Weke rojiyên mirinê yên sala 1996 û 2000’î dê girtî bi nexweşiya Wernicke Korsakoff bikevin. Bi taybetî ji koma pêşî ya ku 63 kesî pêk tên rewşa wan giran e.
Hikûmeta AKP’ê di bin gotinên xwe yên demokratîkbûnê de li hemberî hemû muxalîf, kurd û elewiyan êrîşê pêk tîne. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin daxwazên gel.
Saziyên piştgiriyê didin mîtîngê:
YEK-KOM(Federasyona Komeleya Kurd a Almanyayê) , Meclisa Aştiyê ya Ewropayê, Cihana dê bijî, TUDAY, Navenda Çanda Elewiyan a Kurd, ATÝF, Navenda Perwerde û Çandê a Bergische Gladbach, YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê), AGÎF, ODA,FEK , Cemata Ermenî a Koln, Komeleya Pontos a Yewnan.