Li kolanên Stenbolê êrişên dagirker hatin protestokirin
Êrişên dagirker ên dewleta Tirk li kolanên Stenbolê bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ hate protestokirin.
Êrişên dagirker ên dewleta Tirk li kolanên Stenbolê bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ hate protestokirin.
Êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê didomîne tên protestokirin. Duh şev jî gelek kes bi pêşengiya jinan hatin ba hev û li navçeyên cihê yên Stenbolê êriş protesto kirin.
Gel li taxên cihê hatin ba hev û bi sloganan di nav taxê de meşiyan. Gel bi çepik û tilîliyan meşiya û sloganên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’û ‘Bijî berxweda zindanan’ berz kirin.