Li Kiriklarê 10 girtî 5 meh in tecrîdkirî ne

10 girtiyên ku ji Girtîgeha Kirikkaleyê sirgûnî Girtîgeha Kiriklarê hatin kirin 5 meh in tecrîdkirî ne.

Girtî Sercan Gumuş, Rohat Carûş û Samî Ozturk ên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1 a Kiriklarê dîlgirtî ne, ji Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş re nameyek şandin û qala binpêkirina mafên mirovan kirin.

Di nameyê de hate ragihandin ku 10 girtiyên beriya 5 mehan ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê hatin anîn li blokeke cuda tên hiştin. Di nameyê de hate ragihandin ku 10 girtÎ ji ber lêpirsîneke Wezareta Edaletê tecrîdkirî ne û hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê re li ser mijarê hatin kirin bêencam man.

Girtiyan diyar kirin ku wê tecrîdê qebûl nekin û xwestin dengê wan bê bihîstin.