Li Kerkûkê 7 nuqteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin
Di encama operasyona hêzên Iraqî de ya li navçeya Geliyê Alşay a li başûrê Kerkûkê, 7 nûqeyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin û rêjeyek çek hatin desteserkirin.
Di encama operasyona hêzên Iraqî de ya li navçeya Geliyê Alşay a li başûrê Kerkûkê, 7 nûqeyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin û rêjeyek çek hatin desteserkirin.
Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî ragihand ku hêzên wan di encama operasyonekê de ya li Geliyê Alşay a başûrê Kerkûkê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, 7 nuqteyên çeteyan rûxandine û dest danîne ser rêjeyek çek û teqemeniyan.
Frêhî diyar kir ku di nava van amûrên leşkerî yên desteserkirî de, hewana 81mm, hewana 82mm, çek, doşkayeke 69, rêjeyek mayîn, 5 guleyên topan, rêjeyek din amûrên leşkerî li nava wan nuqteyan desteserkirine, rêjeyek jî îmha kirine.
Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî têkildarî hejmara çeteyên hatine kuştin û girtin ti agahî parve nekir.