Li Îzmîrê bi hezaran îstifaya hikûmetê xwestin

Li Îzmîrê bi hezaran îstifaya hikûmetê xwestin

Li Îzmîrê xebatkarên cemaweriyên û partiyên siyasî nelirêtî û bertîla ku zarokên wezîrên AKP’ê jî di navde cih digirin bi meşê protesto kirin û hikûmet vexwende îstifayê.

Rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên ku li ser bangewaziyên Platforma Şûbeya KESK’a Îzmîrê, Nûnertiya Herêma DÎSK’a Egeyê û ÎKK A Îzmîrê a TMMOB’ê li pêş pastaneya Sevinç hatin gel hev bi armanca protesto kirina oparasyona bertîl û nelirêtiyê a ku kûrên wezîrên AKP’ê jî dinav de heyî heya pêş avahiya AKP’ê a Konakê meşiyan.

Bi hezaran kesên ku bi vekirina pankarta “Hikûmet îstifa” meşiyan, dirûşme qêr kirin. Hejmara zêde a Polîsan li Meydana Basmanê bal kişand. Li pêş avahiya AKP’ê a Konakê li ser navê komê Berdevkê Demê yê ÎKK TMMOB’a Îzmîrê Ferdn Çeftçî axivî bal kişande ser her roja ku diçe krîza nelirêtiya AKP’ê hîn zêdetir dibe. Çeftçî wiha got: “Bi îstifa kirina çend wezîrên AKP’ê vê qirêjê derbaz nake. Ji vê astê şûnde êdî îstifa kirina wezîrên AKP’ê ne pêwiste hikûmeta AKP’ê bê ku dem derbaz bibe îstifa bike.”

Piştî axaftinan koma ku li pêş avahiya bajêr a AKP’ê demekî dirûşme qêriyan şûnde belav bûn.