Li Îtalyayê konferansa Ocalan

Li Îtalyayê konferansa Ocalan

Di konferansa li paytexta Îtalya Romayê hat lidarxistin de pêkanînên ne qanûnî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gotûbêjkirin. Konferans bi serkêşiya Serokê berê yê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê Maure Palme pêk hat û tecrîda li ser Ocalan û zextên li hemberî parêzerên wî hatin nirxandin.

Konferans li avahiya Dadgeha Bilind a Romayê li dark et û tevî Palme gelek pisporên hiqûqê û parêzerên Ocalan beşdar bûn. Konferans demjimêr di 11.00 de dest pê kir û parêzerên Ocalan û beşdarên din bal kişandinên ser binpêkirinên mafan û hiqûqê. Her wiha tecrîda niha li ser Ocalan jî hat nirxand.

Di konferansê de hate bibîrxistin ku hema bêje salek e nehiştine Ocalan parêzer û malbata xwe biînin û bal kişandin ser şert û mercên girtgîehê.

Serokê Girtîgehên Taybet û Hiqûq Ceza ya Mafê Mirovan Roberto d’Erico, parêzerê ocalan Luigi Saraceni, Arturo Salerni, Serokê MAFDAD’ê Mahmût Şakar jî di konferansê de amade bûn.

Her wiha, Serokê Komeleya Antigone Patrizion Gonnella, Endamê Navenda Hiqûqê ya Navneteweyî Fabio Marcelli, Serokê Mafên Baş Luigi Manconi, Serokê Projeya Gelan Mario Angelelli, Navenda Lêkolîna Hiqûqê ya li ser Penaberiyê Lorenzo Trucco, Dozgerê Dadgeha Sulhêya Romayê Valerio Savio û parêzer Simonette Crisci jî beşdar bûn.