Ciwanên Komîteya PJAK a Îrlandayê li paytexta Îrlanda Dublînê ji bo girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd di çalakiyê de 3 hezar û 500 belavok belav kirin û 4000 hezar îmze berhev kirin.
Roja 11’ê mijdarê ciwanên Kurd ên girêdayî Komîteya PJAKê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) ya Îrlandayê bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên Kurd di çalakiya xwe de 3 hezar û 500 belavok belav kirin û 4000 îmze ji bo girtiyên Kurd berhev kirin û îmzeyên ku berhev kirin pêşkêşê Parlementoya Îrlandayê hate kirin û ji parlementoya vî welatî hate xwestin ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û helwesta dewleta Tirk a li hemberî daxwazên girtiyên Kurd şermezar bikin.
LI CORKÊ JÎ ÇALAKÎ
Her wiha, bi pêşengiya Komîteya PJAK’ê li bajarê Îrlanda Corkê jî Kurdan çalakiye li dar xistin. Di encama çalakiya li bajarê Cork a ku weke navenda serhildanê tê zanîn de 2 hezar û 500 belavokên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de hatin belavkirin. Di çalakiyê de gelek îmze hatin berhevkirin.
Di çalakiyê de çalakiya girtiyên Kurd şibandin greva birçîbûnê ya Bobby Sands û hevalên wî û dirûşima “1981 Îrlanda-2012 Kurdistan” li rastî eleqeyek mezin a Îrlandiyan hat.