Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî dewleta Tirk zêde dibe
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 17'ê Nîsanê destpê kirin, li Bexda û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 17'ê Nîsanê destpê kirin, li Bexda û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin.
Tevî Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Lîderê Şîa Muqteda Es Sadr, ji gelek aliyan nerazîbûn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê nîşandan.
EL HAKÎM: ÊRIŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Yek ji lîderên Şîa Ammar El Hakîm êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Nayê qebûlkirin."
El Hakîm li ser Twitterê daxuyaniyeke wiha da:
"Bombardûmana hewayî ya li ser Kurdistana Iraqê û êrişa artêşa Tirk nayê qebûlkirin. Di demekê de ku em bang li hikumeta Iraqê dikin ku sînorê xwe biparêze û nehêle ji aliyekî ve êriş li ser xaka Iraqê bê kirin, divê welatên navborî hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bidin."
ÎBADÎ BI GOTINA 'BÊDENGIYA BI GUMAN' NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar El Îbadî jî li ser Twitterê êrişên dagirkeriyê şermezar kir.
Îbadî parvekirineke wiha kir:
"Binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve meseleyeke cidî ye û têkiliyên navbera herdu aliyan digihîne asteke nediyar.
Bêdengiya hêzên siyasî û dewletê ku ji serweriya welêt berpirsyar in, ji bo me cihê matmayinê ye.
Em pêşniyarê li Tirkiyeyê dikin ku polîtîkayên xwe yên têkildarî Iraqê jinûve di ber çavan re derbas bike."
MIHEMED: ARMANCA WAN XWEGIHANDINA MÛSILÊ YE
Serokê berê yê Parlamenta Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed jî ji RojNewsê re axivî û wiha got, "Êrişên dewleta Tirk nû nîne, armanc ew e ku careke din xwe bigihîne wîlayeta Mûsilê û kontrol bike."
Mihemed her wiha ragihand ku hevkariya PDK'ê bi taybetî malbata Mesûd Barzanî ya bi Tirkiyeyê re nû nîne û got, "Di navbera artêşa Tirk, MÎT û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de koordînasyon heye."
Mihemed got, "Divê ev êriş bêne şermezarkirin. Her wiha ji bo bersiv ji êrişan re bê dayin pêwîstiya Iraqê bi alîkariya li qada navneteweyî heye. Ev yek ji bo paşerojê asteke metirsîndar e. Divê tavilê pêşî lê bê girtin. Eger Tirkiye di van êrişan de bi ser bikeve wê dagirkeriya xwe berfirehtir bike."
KOMELE: HEWLÊRÊ RÊ DA DAGIRKERIYÊ
Serokê Fraksiyona Komeleya Dadgerî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û got; “Eger desthilata herêmê rê xweş neke, Tirkiye nikare yek saniye jî sînor derbaz bikin.”
Dewleta Tirk a dagirker şeva 17’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê êrişek nû ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li ser Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin. Dewleta Tirk di 15’ê Nîsanê de êrişa hewayî dabû destpêkirin, lê bi fermî 17’ê Nîsanê ragihand. Tevî dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê rayedarên Hikumeta Herêmê daxuyaniyek jî nedane.
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li hemberî êrişên Tirkiyeyê her ku diçe berfireh dibin. Serokê Fraksiyona Komeleya Dadgerî ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd derbarê êrişê de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Mecîd destpêkê êrişa dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku êriş binpêkirina yasayên navnetewî, welatên cîran û welate.
Ebdulstar Mecîd got ku desthilata herêmê rê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk re xweş dike; “Eger desthilata Herêma Kurdistanê, rê xweş neke, ew jî nikarin yek saniyek sînor derbaz bikin. Ger desthilat rê xweş neke, ew nikarin welatiyan bigrin, topbaran bikin û xelkê şehîd bixin.”