Li Iraqê krîza avakirina hikumeta nû
Hevpeymaniya Serweriya Sunî, PDK û Tevgera Sedir, ji bo avakirina hikûmeta nû, serokkomariyê û Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî ku ji sê aliyan pêk tê ava kirin. Ev yek ji niha ve bû sedema nerazîbûnan.
Hevpeymaniya Serweriya Sunî, PDK û Tevgera Sedir, ji bo avakirina hikûmeta nû, serokkomariyê û Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî ku ji sê aliyan pêk tê ava kirin. Ev yek ji niha ve bû sedema nerazîbûnan.
Li Iraqê, piştî ku 10'ê Cotmeha 2021'ê hilbijartinên Parlamenta Iraqê hatin lidarxistin, hewldanên ji bo avakirina hikumeta nû dest pê kir ku ev maratona dirêj zêdeyî sê meh in dewam dike. Di nava van sê mehan de gelek caran tifaqa aliyên Kurd û dîsa aliyên Iraqî çi Sune û çi jî Şîa li hevkirin, lê heta vê gavê ti encamek zelal ku bikare vê girêkorê derbas bike derneketiye.
Herî dawî piştî demeke dirêje li Bexdayê di navbera partiyan de ji bo avakirina hikûmeta nû û hilbijartinên serokomariya Iraqê gotûbêj hatin kirin. Di encama muzakere û tifaqan de duh li Bexdayê civîna çepemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de hate ragihandin ku Hevpeymaniya Serweriya Sunî, PDK û Tevgera Sedir ji bo Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî li hev kirine.
Hate ragihandin ku her sê aliyan Rêber Ehmed wek namzetê serokomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê destnîşan kirine.
Piştî vê yekê niha çav li rê ye ku wê helwesta YNK’ê ku serokkomarî para wan e, çi bêje û dîsa aliyên din ên Iraqî wê helwesteke çawa raber bike.
Çav li rê ye ku wê di civîna 26’ê Adarê de ku rûniştina ji bo hilbijartina serokkomariyê bê kirin, çi encam derkeve.
Parlemeneterê Dewleta Yasa Mihmed Zeyadîn jî li ser vê mijarê diyar kir ku ew ê beşdarî civîna 26’ê mehê nebin.
Li ser heman mijarê Nûnerê Koalîsyona Dewleta Hiqûqê Aqîl El Fetlawî jî Rojnewsê re axivî û got: “Eger ku hewldana sêyan a garantoriyê bi ser nekeve wê tevlî muxalefetê bibin.”
Endamê Îtifaqa Fetîh a ji aliyê Hadî Amîrî ve tê birêvebirin, Abas El Zamîlî jî diyar kir ku xitimîna siyasî pir xeter e, got: “bi hêzên siyasî yên hatine cihêkirin re peywendiyên me hene.”Zamîlî destnîşan kir ku ji ber wê piraniya dengan neyê yekalîkirin wê rûniştin pêk neyê û got: “Wê Çarçoveya Şîa û hêzên siyasî yên bi wê re tevlî rûniştina roja Şemiyê nebin.”
Serokê Hevpeymanî ya Dewlet Yasayê Nûrî Malikî li ser lihevkirina sê alî jî axivî û got: “Ev her sê alî li ber in ku di rûniştina roja Şemiyê de piraniya dengan an got 220 dengî bi dest bixin. Lê eger ev deng bi dest nexist neçarin ku li gel Çarçoveya Hemahengî dest bi danûstandinê bikin.”