Li Îranê ji 5 Kurdên beriya salekê hatibûn binçavkirin re 46 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ji wan Kurdên hatine mehkûm kirin Velî Balkhanlo piştî demek kurt ku hate binçavkirin hatibû îdîakirin ku, di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.
Ji bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê Mustefa Armîn, Mûsa Hatefî, Seîd Derayat, Elî Marhamatî û Valî Balkhalo sala borî bihinceta ku eleqeya wan bi komên muxalîf re heye hatibûn binçavkirin. Dadgeha li bajarê Hoyê di birayara ku roja Pêncşemê weşandî de diyarkir ku, Balkhanlo û Armîn 15 sal û 6 meh, Derayat û Marhamatî 4 sal, Hatefî jî 7 sal cezayê girtîgehê lê hatine birîn.
Hat ragihandin ku, Balkhanlo û Armin ji ber sûcê ‘dijminatiya Xwedê’ ceza xwarine.