Li Hesekê 3 leşker hatin kuştin

Li Hesekê 3 leşker hatin kuştin

Li Hesekê li hemberî noqteya kontrolê ya leşkerî ya li ser riya Qamişlo êrîşa çekdarî pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, êrîş serê sibê saet di 03.00’yan de li dijî noqteya leşkerî ya li ser xaçeriya Elsebax a li daketina bajêr pêk hat.

Hate ragihanin ku ji wesayiteke di ber noqteya leşkerî re derbas dibû, gule bi ser leşkeran de hatin barandin. Di encama gule baranê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Wesayita êrîş pêk anî ji ciyê bûyerê dûr ket.

Piştî êrîşê li herêmê hejmareke mezin leşker hatin bicihkirin.