Li bajarê Hesekê hêzên ewlekaiya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê 3 welatiyên Kurd girtin.
Hate ragihandin ku welatiyên Kurd ên bi navê Nadir Mehmûd Beko, Umer Mihemed Belik û Şihab Ezo Belik yên ku Ji Kobanê çûbûn Hesekê, ji aliyê hêzên ewlekariya leşkerî yên rejîma Sûriyeyê ve hatin girtin. Heta niha tu sedem ji bo girtina navboriyan nehatiye destnîşankirin.