Li herêma Egeyê di 4 mehan de 6 hezar binpêkirinên mafan
Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê diyar kir ku di 4 mehan de 6.383 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatiye.
Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê diyar kir ku di 4 mehan de 6.383 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatiye.
Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Rapora Binpêkirinên Mafan ên Herêma Egeyê ya mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li avahiya xwe ya komeleyê aşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încin diyar kir ku ev daneyên ku di encama serlêdanên li saziyê hatine kirin û lêgerîna çapemeniyê hatine bidestxistin, bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Kutahya, Balikesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr û Ispartayê tê de cih digire.
Li gor raporê ji meha gulanê heta niha 6 hezar û 383 binpêkirina mafan pêk hatine.
Încîn, bi lêv kir ku di 4 mehên ewil yên salê de 5 hezar û 304 di 4 mehên dawî de jî 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û wiha got: “Di encama zimanê dijminane yên welat bi rê ve dibin û bêcezatiya darazê de êrişên nijadperest zêde bûne. Li herêma me di êrişa ser avahiya HDP’ê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Polîsan di demên dawî de sîxurtî ferzî ciwanên ku di partiyên mûxalîf û rêxistinan de dixebitin kirin.”
Încîn, destnîşan kir ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê binpêkirinên mafan ên li ser jinan zêde bûne û wiha berdewam kir: “Dema ku van êrişan berdewam dikir, bêcezatiya darazê, zimanê zilam ê medyayê bû sedemê zêdebûna êrişên ser jinan. Ev helwest dide nîşandan ku êrişên ser jinan û cînayetên jinan polîtîk in.”
Încîn, naveroka rapora binpêkirinên mafan a 4 mehan wiha rêz kir:
*Binpêkirinên di encama destgîrkirin, girtin, zextên hêzên ewlehiyê, gef, astengkirin û ên gihiştin darazê de: 226
* Binpêkirinên mafan ên ser jinan: 198
* Binpêkirinên mafan ên ser zarokan: 39
* Jiyana xebatê: 698
* Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan: 56
* Binpêkirinên mafan ên ser penaberan: 4 hezar 747
* Binpêkirinên mafan ên qada hawirdorê: 164
* Binpêkirinên mafan ên weke lêdan, tundî, birîndarkirin, mirinên bi guman, îddîayên xwekuştin û cînayetê: 255
Încîn, da zanîn ku bi giştî 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne.