Zarokê 16 salî yê bi navê M.K. yê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê de ye jî di greva birçîbûnê de ye. M.K. di du salan de 8 caran hate binçavkirin û 5 caran hate girtin. M.K. bi 7 sucên cuda bi giştî ji 250 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Her wiha yek ji mexdûrên Pozantiyê ye.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a di girtîgehan de di roja 44’emîn de berdewam dike. Her girtiyên ku ketine greva birçîbûnê xwedî çîrokek cûda ye...
Tevî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê gelek girtiyên din ên parlementer, şaredar, endamên koma aşitiyê, rojnamevan, parêzer, siyasetmedar û zarok jî det bi greva birçîbûnê kirine.
Zarokên Kurd ên bi navên H.A., O.B., M.K., H.A., S.S., K.S. û P.E. yên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê ji 17’yê cotmehê ve di greva birçîbûnê de ye.
Ji van zarokan M.K tam 8 caran hate binçavkirin û 5 caran hate binçavkirin û di heman demê de yek ji mexdûrên Girtîgeha Pozantiyê ya ku bi tecawiza li hemberî zarokên Kurdan hate rojevê ye.
M.K. yê ku ji Şirnexê ye li taxa Şevketsumet a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî û 16 salî ye. Piştî ku dewleta Tirk salên 1990’an gundê wan dişewitîne, malbata M.K. dişewitîne neçar dimîne ji Şirnexê koçberê Mêrsînê bibe. Lê zext û zordestiya dewleta Tirk li vir jî dest ji malbata wî nekirin.
Gava ku M.K. 14 salî bû rojname belav dikir û bi hinceta “Bi navê rêxistinê xebitiye” sala 2010 hate binçavkirin û 4,5 mehan girtî ma.
Piştî ku tehliye bû, tevlî meşekê bû û polîsan bi bombeyên gazê êrîşê meşê kir. M.K. piştî ku di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dimîne, hate binçavkirin û bi îdîaya “endamê rêxistinê” hate girtin û ew şandin Girtîgeha Pozantiyê.
M.K. li vir îşkenceya gardiyan û girtiyên edlî hat. Piştî ku girtîgeha Pozantiyê hate girtin, ew veguhestin Girtîgeha Sergirtî ya Zarokan a Sîcana Enqereyê, lê li vir jî bi meşan îşkence û pirsgirêkan re rû bi rû ma. Di îşkenceyê de tiliya wî hate şkandin.
Piştî ku 3 mehan di girtîgehê de ma, serbest hate berdan, lê piştî mehekê careke din hate girtin û vê carê ewşandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê.
Piştî du mehan careke din serbest hate berdan. Lê dîsa jî polîsên Tirk dest ji M.K. bernedan û careke din binçav kirin. piştre bi hinceta “propagandaya rêxistinê” ew girtin û careke din şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
M.K. bi daxwaza 250 sal cezayê girtîgehê ji sucdarkirinên weke “Endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “Dijberiya qanûna meş û xwepêşandanê”, “Birîndarkirina polîs”, “Li hemberî polîsan li ber xwe daye”, “Teqîn pêre hatiye dîtin”, “Kargehan xistiye xeteriyê” tê darizandin.
Ne tenê M.K. malbata wî jî mexdûr bûye. M.K. diyar kir ku bi hinceta zarokên wan ziyanê dane wesayitên dewletê, bi giştî 80 hezar TL pere ceza li wan hatiye birîn.