Li Helebê di nava YPG'ê û hêzên rêjîmê pevçûn

Li Helebê di nava YPG'ê û hêzên rêjîmê pevçûn

Li Helebê di  saetên sibê de di nav YPG'ê û alîgirên rêjîma Bass yên ku ji aliyê artêşa rêjîma Bass tên destekkirin pevçûn rû da. Kuştiyên rêjîma Bass hene.

Li ser çerxerêya Yek û Duduyan ya taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, îro di saetên danê sibê de pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û alîgirên rejîmê de rû dan.  Hat diyarkirin ku di pevçûnê de kuştî û birîndarên hêzên rejîmê  hene û pevçûn berdewam dike.