Bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, li bajarê Almanya Hamburgê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşa ji aliyê çepgirên Alman ve hate organîzekirin de Kurdistaniyên li Hamburg bi flama, al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî bûn.
Di meşê de, ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin. Meş li qada Altonayê bi mitîngekê bi dawî bû.
Her wiha, greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Dêra Saint Georg hatiye destpêkirin berdewam dike. Kurdistanî û dostên wan diçin serdanê. Her wiha li Dêra Nordestedtê jî ji bo girtiyan dua hate kirin û mûm hate vêxistin.
Hera roja çarşemê dê li Hamburgê li semta Altonayê stand bên vekirin û dê mitîngên cûda bên lidarxistin.