Li gundên Meletiyê jî dewlet tune ye
Li gundên Topraktepe û Orenê yên navçeya Doganşehîr û Akçadagê yên Meletiyê ku erdhejê malek saxlem lê ne hiştiye, saziyên dewletê ne diyar in.
Li gundên Topraktepe û Orenê yên navçeya Doganşehîr û Akçadagê yên Meletiyê ku erdhejê malek saxlem lê ne hiştiye, saziyên dewletê ne diyar in.
Yek ji bajarên Kurdistanê ku ji erdhejê bandor bû, Meletî ye. Li gundê Topraktepe ya girêdayî navçeya Doganşehîr û gundê Oren a girêdayî navçeya Akçadagê ti avahiyek saxlem nemaye.
Piştî erdhejê gundên Topraktepe ku 350 xanî lê hene û Orenê ku 850 xanî lê hene, bi temamî hilweşiyan û ti saziyên dewletê alîkariya van her du gundan nekiriye. Li van her du gundan pirsgirêka av û elektrîkê heye û hîna lawirên ku di bin kavilan de mane, hene.
Gundiyên Topraktepeyê dibêjin ku tevî ku şaredariya AKP’ê 500 metreyan dûrî wan, şaredar nehatiye serdana wan.
Alî Babûr diyar kir ku mala wî ya li gund hilweşiya û her kesê koç kir û destnîşan kir ku 3 rojên destpêkê yên erdhejê li gund birçî û têhn mabûn. Babûr anî ziman ku bi derfetên xwe hewl dane ku di kavilan de xebat bimeşînin û konên xwe vedane.
Babûr wiha pêde çû: “Dewlet piştî 3 rojan hat. Ew jî hema tenê çadir avêtin holê û çûn. Gundiyên me yên li bajarên weke Îzmîr û Stenbolê dimînin, alîkarî dan me. Em hewl didin ku bi wan alîkariyan xwe komî ser hev bikin. Elektrîk piştî 14 rojan hat. Hîna ava me nîne. 11 canên me li gund mirin. 350 xaniyên li gundê me, hemû hilweşiyan. Li gundê me ya xwedî nifûsa 700 kesî, niha 130 kes mane.”
Hasan Kayapinar jî diyar kir ku ew êdî di bin konan de namînin û got: “Em bang li rayedaran dikin, lê em nizanin gelê wê dengê me bibîhîzin. Em qasî 2 rojan birçî û têhn man. Tîma AFAD’ê piştî 3 rojan hat. Ji ber ku dereng man, mirov mirin.”
Muxtarê gund Îrfan Barlas jî rexne kir ku li gund ti xebata rizgarkirinê nîne û ev tişt got: “Me roja destpêkê hewl da bi derfetên xwe rêyan vekin. Di roja duyem a erdhejê de, gund serûbin bû. Hinek kes li gund şewitîn û mirin. Ji ber ku ti kes nehat alîkariyê, yên werin rizgarkirin jî jiyana xwe ji dest dan. Me hestiyên kesên bi şewitînê jiyana xwe ji dest dan, kom kirin. Alîkariyên ji bo me hatin jî, hatin desteserkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê du pakêtên gofretan anî û sersaxiyê dixwaze. Ji xwe her kes sersaxiyê dixwaze. Di roja 16’an de hatine lawirên mirî yên di bin kavilan de tespît bikin.”
Li gundê Oren ê girêdayî Akçadagê jî rewş cuda nîne. 850 xaniyên li gund hilweşiyan û mirovan koç kirin.
Ji gundiyan Mûstafa Ozer da zanîn ku piştî erdhejê çend rojan ji ber ku hewa sar bû, di wesayîtan de mane û diyar kir ku alîkarî ji dewletê zêdetir ji welatiyan hatiye kirin. Ozer ev tişt ragihandin: “Herî zêde alîkarî ji mirovên sivîl hat. Em difikirin ku êdî koçê bajarên din bikin. Em nikarin kavilên li vir rakin. Av û elektrîka me nîn e. MASKÎ hewl dide ku xetên avê çêke, lê êdî jiyan li vir nemaye.”
Hasan Turkmenoglû yê 90 salî jî ragihand ku mala wî hilweşiya û ew jî çûye mala keça xwe ku mala wê jî zirar dîtiye û wiha bilêv kir: “Mala min hilweşiya. Ez bê çare mam û hatim mala keça xwe. Min di jiyana xwe de sê erdhej dîtine, lê erdhejek wiha min nedîtibû.”