Li Grazê çalakiya birçîbûnê ya 2 rojî destpê kir

Li Grazê çalakiya birçîbûnê ya 2 rojî destpê kir

Li bajarê Graz yê Awûstûryayê bi armanca piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurd ve hatiye destpêkirin, çalakiya birçîbûnê ya 2 rojî destpê kir.

Çalakiya ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve destpêkirî û di nav de parlementer, şaredar, rojnamevan, dayîkên aştiyê, zarok jî heyî bi sedan girtî li girtîgehên Tirk didomînin, piştgiriyek din jî ji Awûstûryayê hat.

Kurdistaniyên ku li bajarê Grazê li Hautpplatz ji bo 2 rojan dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Çalakiya ku li ber avahiya şaredariyê hate vedan, her wiha di çarçoveya kampanya Ji Ocalan re Azadî îmze hatin komkirin.