Li gorî Erdogan her kurtajek Qilabane, lê kujer kî ye?

Li gorî Erdogan her kurtajek Qilabane, lê kujer kî ye?

Serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan k udi 3’emîn kongreya asayî ya Baskên Jinan a AKP’ê de axivî, dîsa bi israr got ku kurtaj cinayet û şiband komkujya Roboskê. Erdogan got;Ez wekî cîneyetê dibînim. Ez bangî hin aliyên ku dijî îfadeya min derdikevin dikim. Hun radibin, rudinin dibêjin Qilaban, her kurtajek Qilabane.”

Erdoganê ku ligel hemû rexneyan, gotinên xwe parast wiha got: “Ev bi awayekÎ plankirî tên kirin. Ez dizanim ev ne ji bo zêdekirina nifûsa vî welatî ye. Hinek kes li dijî vê nêrîna min derdikevin. Her kurtajek Qilabane.” Lê tiştekî balkêş heye ku Erdogan kê ev kurtaj kiriye, diyar nake, kê em komkujî pêk aniye aşkera nake.

Erdogan da zanîn ku niha 166 zanîngehên wan hene û got dema hatine îktîdarê ev hejmar 76 bû. Lê Erdogan negot ku niha 600 xwendekarên Zanîngehê di girtîgehan de û bi hezaran tên binçavkirin.

Erdogan der barê erdhêjzedeyên Wanêde jî wiha got: “Em Waneke nû înşa dikin. Demek kurt de ezê biçim wir. Di meha tebaxê de em dê teslÎmata konutan bikin.”

Erdogan wekê her tim BDP’î jî rexne kirin û wihgot: “Kesên di AKP’ê de dixebitin hedef digirin. Serokê navçeya partiya me revandin. Parlamenetereke jin a BDP’î got di pêvajoyên şer de tiştên wisa dibin. Yanî van diparêzin. “

ÇAPEMENÎ DÎSA DI HEDEFÊ DE BÛ

Erdoganê k udi warê rojnamegeriyê de Tirkiye kiriye girtÎgeha herî mezin a cîhanê dîsa ji medyayê sansur xwest û got; Hun dizanin li vî welatî parêzertiya çi dikin.Di pêvajoya têkoşîna bi terorê re ji bo şaşiyên hêzên ewlehiyê cîhan rakirin ser piyan. Lê tiştên li hemberî leşkeran tê kirin normal dîtin.

PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BÛYE!

Erdogan dîsa îdia kir ku pirsgirêka PKK’ê cuda ya kurd cudaye û got ku bi ‘Projeya biratî û yekitiya netewî’ pirsgirêka kurd çareser kirine.

Erdogan xwest ku jinên AKP’î li bajarên herêmê yek biyek bigierin û wiha got: “Em dê wan deran ji bin kontrola BDP’ê û PKK’ê derxînin. Xwişk û birayên min dê ji gefan re bêjin êdî bes e. Hedefa me ev e.”

Erdogan balkişan sre çalakiya li Pinarbaşi ya Qeyseriyê û wih agot: “Kesên Qilanê her roj diaxivin çima Pinarbaşi nexistin rojnameyên xwe. Hun çima van nanivîsin. Dixwaze binivin, dixwaze nenivîsin. AKP her tiştî dizane. Em dê heta dawiyê têkoşînê bidin. Em dizanin ew rojname û nûçe çawa avê dibe aşê terorê.”