Li gorî dadgeha Tirk Kemal Kûrkût 'bê qisûr' hatiye kuştin

Dadgeha Îstînafê îdîa kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de qisûr nîne û biryara dayina tazmînatê ji bo malbata Kûrkût betal kir.

Di doza kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût de, ku sala 2017'an li Amedê di dema pîrozbahiya Newrozê de ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin, biryara dayina tazmînata manewî û madî ya ji 256 hezar TL'î, ku bi sedema 'di xizmetê de qisûr çêbûye' li Wezareta Karên Hundir hatibû vekirin, hate betalkirin.

Daîreya 3'emîn a Doza Îdarî ya Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê, biryara 3'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê ya ji bo dayina tazmînatê ji bo malbatê red kir.

Dadgeha Îstînafê îdîa kir ku Kemal Kûrkût 'di çarçoveya qanûnan de' hatiye kuştin.

Îstînafê îdîa kir ku di bûyerê de "qisûra îdareyê di xizmeta ewlekariyê de nîne" û biryara dayina tazmînatê red kir.