Li girtiyan êşkenceya lêgerîna tazî û surgun hat kirin

6 girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 a Tîpa F’yê bi darê zorê surgunê girtîgehê cuda kirin, ji girtiyan Zekî Bayhan dema dihat surgunkirin rastî êşkenceya lêgerîna tazî hat.

Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 a Tîpa F’yê di 13’ê nîsanê de 6 girtî sewqî 6 girtîgehên cuda hatin kirin. Gardiyanan ji girtiyan re gotiye ku dê wan bibin hevdîtina li gel midûrê girtîgehê û di bin navê vê yekê de wan ji hucreyên wan derxistine bêyî bibin cem midûr, wan li wesayîtên rîngê siwar kirine û birine girtîgehên cuda.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dan ajansa me, ji ber ku ji girtiyan re gotine dê wan bibin hevdîtinê, eşyayên xwe li gel xwe nebirine û wan sewq kirine.

Parêzeran da zanîn ku di kêliya sewqê de ji girtiyan Zekî Bayhan bi lêdan û lêgerîna tazî ya gardiyanan re rûbirû maye. Hat zanîn ku gardiyanan li cihek bêkamera li Bayhan dane û destûr nedane ku berçavka xwe jî bigire û niha ew li Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmar 2’yan a Tîpa F’yê de di hucreyek 3 qat têlkirî de tê ragirtin û eşyayên wî ne li cem wî ne.

Girtîgehên ku girtî sewqî wan hatine kirin wiha ne: Cahît Îlboga sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 1’an a Tîpa F’yê, Roger Tîrêj Ozalp sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 2’yan a Tîpa F’yê, Ahmet Altay sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmar 1’an a Tîpa F’yê, Zekî Bayhan sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmar 2’yan a Tîpa F’yê, Suphî Îsmaîl sewqî Girtîgeha Bodrumê ya Tîpa S’yê û Ahmet Arîf Yoyler sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîap S’yê hatine kirin.