Li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana girtiyan di xetereyê de ye

Girtiyên di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tekîrdagê ji parêzerên xwe re ragihandine ku jiyana wan di xetereyê de ye.

Derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tekîrdagê parlementerên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Remziye Tosûn, Serpîl Kemalbay, Dilşat Canbaz Kaya, Şevîn Coşkûn, Huseyîn Kaçmaz û Pero Dundar serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan  a Meclîsê dan.

Parlementerê HDP’ê Abdullah Koç derbarê Girtîgeha Tekîrdagê pêşniyaza lêkolînê da û parlementera HDP’ê Ayşe Surucu jî ji bo ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da. Di serlêdana Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan  a Meclîsê de hate diyarkirin dema parêzer çûne serdana girtiyan, girtiyan diyar kirin ku mafên wan tên binpêkirin û jiyana wan di xetereyê de ye.

Di serlêdanê de hate diyarkirin, girtiyan ji parêzeran re gotine “ Di 19’ê Kanûna 2021’an de li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Tekîrdagê hatiye îddîakirin ku girtiyê bi navê Vedat Erkmen xwe kuştiye lê Erkmen xwe nekuştiye, dora hucreyên girtiyan bi têlên qefesî hatine girtin, kalorîferên hucreyan nayê vêxistin, lavabo xitîmandî ne.”

Girtiyan ji parêzeran re diyar kirine, tişta ku hatiye serê Erkmen dibe ku were serê wan jî û ji ber vê jiyana wan di xetereyê de ye.

Girtiyê bi navê Yasîn Eneç ragihandiye ku di 17 û 18’ê Kanûnê de gardiyanan êşkence li wî kirine û gotiye “Ez dixwazim sewqî girtîgeheke din bibim, heke sewq neyê qebûlkirin ez ê dev ji rojiya mirinê bernedim, dawiya wê mirin be jî ez naxwazim li vê girtîgehê bimînin. Li vê derê jiyana girtiyan di xetereyê de ye.”