Li Girtîgeha Tekîrdagê 13 girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo ku zext û êşkence bi dawî bibe, 13 girtî ketine greva birçîbûnê.

Li Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûn. Heya niha 13 girtî di greva birçîbûnê de ne.

Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdag a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay jî bi sedema ji bo jiyana wan tu ewlehî tune, tevlî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 

Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûn.

13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûnkirin bi dawî bibin.