Li Girtîgeha Sîncanê 4 girtiyên cezayên wan qediyayî nayên berdan

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê serbest berdana girtiyên bi navê Rojdan Erez, Hanim Bînîcî û Jiyan Ateş ku beriya niha cezayên wan qediyabû û Berrîn Sari ya ku îro diviyabû bê derdan, bi awayeke keyfî hat astengkirin.

Girtiya siyasî Berrîn Sari ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin û cezaya wê bi dawî bû, diviyabû îro serbest bihata berdan, lê bêyî hincet biryara berdana wê ji aliyê girtîgehê ve hat astengkirin.

Berrîn Sari di hevdîtina telefonê ya ku bi malbata xwe re kiriye de diyar kir ku rêveberiya girtîgehê jê re gotiye ku ew ê neyê berdan û got, "Hîn belgeyên derbarê cezayê nehatine."

Di hefteyên bihorî de serbestberdana girtiyên bi navê Rojdan Erez, Hanim Bînîcî û Jiyan Ateş bi awayekî keyfî hat astengkirin.

Bi astengkirina berdana Berrîn Sari re hejmara girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê cezaya wan qediyayî û nehatine berdan, derket 4’an.