Li Girtîgeha Bolûyê girtiyek hat qetilkirin- HAT NÛKIRIN
Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê ku 30 sal dîl dihat girtin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê hat qetilkirin.
Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê ku 30 sal dîl dihat girtin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê hat qetilkirin.
Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî bû hat qetilkirin. Rêveberiya girtîgehê ku telefonî malbata Bîlgîn kir, îdîa kir ku "ji ber krîza dil" jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Bîlgîn ê ku hat qetilkirin ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Enqereyê.
Malbata Bîlgîn ji bo cenaze wergirin ji Çewlikê hatin Enqereyê. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Enqereyê Kenan Maçoglû jî çûn ber ATK'ê.
Otopsiya Bîlgîn li ATK'a Enqereyê dewam dike. Hat diyarkirin ku piştî karên otopsiyê wê Bîlgîn bibin bajarê wî.
Bîlgîn ê ku qeyda wî li ser navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bû, tenê 5 meh mabû ku bê berdan. Hate hînbûn ku Bîlgîn ku nêzî 29 sal û 5 meh bûn di girtîgehê de bû, 3 sal berê krîza dil derbas kiriye.