Li girtîgeha Şakranê mirina bi guman a girtiyekê

Hat ragihandin ku girtiyê edlî yên bi navê Ercan Eke ku li Girtîgeha Şakranê girtî bû bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Girtiyê edlî Ercan Eke, duh bi awayekî biguman li Girtîgeha Alîaga ya Şakranê jiyana xwe ji dest dabû. Hat angaştkirin ku di otopsiyê de derketiye holê ku li serê Eke derp hebûne. Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê mirina Eke de parvekirinek kir û wî da zanîn ku li serê Eke derp hebûne û ev pirs ji Wezareta Edeletê kirin: "Wezareta Edaletê tu yê dîsa daxuyanî nedî? Qeydên qamereyan? Li girtîgehan çi dibe?"

Birayê Eke ku ji Mûşê ne Îlhan Eke, derbarê mijarê ji ajansa me re axivî. Bira Eke, da zanîn ku ji wan re gotine ku kekê wî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û di rapora otopsiyê de jî dinivisîne ku ji ber derba li serî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha Eke, da zanîn ku herî dawî beriya 2 rojan bi kekê xwe re axiviye û rewşa wî baş bûye û got ku ji ber kekê wî ji girtiyên siyasî re name şandine zext lê hatine kirin û xwest ku ku mirina kekê wî bê ronîkirin.

Wê cenazeyê Eke li Goristana Taxa Çîler a navçeya Menderesê ya Îzmîrê bê veşartin.