Li Giravên Turks û Caîcos 17 penaber xeniqîn
Li Giravên Turks û Caîcos 17 penaber xeniqîn
Li Giravên Turks û Caîcos 17 penaber xeniqîn
Li Giravên Turks û Caîcos ya girêdayê Kraliyetên Yekbuyî ya Karayîpan bû keştiyek qulipî û 17 kesî jiyana xwe ji dest da. Tê texmîn kirin ku ev penaberên Haîtîne.
Polîsên Girava Turks û Caîcos, diyar kir ku roja çarşemê di saetên sibehê de keştiyeke ku hat texmîn kirin ‘penaberên kaçax’ dibir qulipîye.
Li gorî polîsan 17 kesî jiyana xwe ji dest daye û 33 kes hatine rizgarkirin. Polîsan da zanîn ku dê bişînin Haîtî.
Di Gulana 2007’an de bûyerek bi vî rengî pêk hatibû 60 penaber xeniqîbûn. Di 2009’ê Tîrmehê de 15 Haîtîyan jiyana xwe ji dest da û 70 kes wenda bû.
Di meha mijdarê de jî li Bahama keştiyek qulipî û 30 Haîtiyî mirin.