Li Geverê ‘li dijî komkujiyên sivîl konê berxwedanê’
Li Geverê ‘li dijî komkujiyên sivîl konê berxwedanê’
Li Geverê ‘li dijî komkujiyên sivîl konê berxwedanê’
Li Geverê li dijî qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir ‘li dijî komkujiyên sivîlan konê berxwedanê’ hat vekirin. Rêxistina BDP’a Navçeya Geverê bangewaziya bi cihbûna di konde kir ku heya kujerên înfazên hemû kesê derdikevine holê kir.
Li navçeya Colemêrgê Geverê li dijî qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir a ji aliyê polîsan ve ji aliyê Rêxistina BDP’a Navçeya Geverê ve li Parqa Musa Anter a li Taxa Kişla ‘li dijî komkujiya sivîlan konê berxwedana demokratî’ hat vedan.
Konê ku ji aliyê partiyan ve di bin barana berfa zêde de hate vadan de sibê piştî daxuyaniya bi girseyî şûnde bi girtina hişedariya lê wê daxwaza derxistina kujerên boyerên înfazê bê kirin. Girêdayî vedana kon Serokê BDP’a navçeya Geverê Nail Durmaz daxuyanî da. Durmaz diyar kir ku boyerên rojên dawî çêbûn û hîna dewamkirina komkujiyan li dijî gelê ku mafê xwe yê demokratîk bi kartîne bê tehmûliyekî cidî heye. Durmaz diyar kir ku ev yek bingeha xwe nêzîkatiyên Walitiya Colemêrgê û Kaymakamtiya Geverê digire û wiha dewam kir: “Heya ku berpirsên vê komkujiya dawî çêbûyî derketin holê, derxin pêş dadgehê û heya derxistina holê a vê nêzikatiyê emê li vir di konê me danî de berxwedana xwe berdewam bikîn. Bi baweriya ku gelê me wê şev û roja xwe bike yek berxwedana xwe berdewam bike, hemû gelê xwe vedixwînîn.” Durmaz di dawiyê de xwest ku yên komkujî pêk anîne bila derxin holê û bên ceza kirin.