Li Geverê di protestoya 9’ê cotmehê de pevçûn derket
Li Geverê di protestoya 9’ê cotmehê de pevçûn derket
Li Geverê di protestoya 9’ê cotmehê de pevçûn derket
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo protsetoya 9’ê cotmehê ciwanan xwest bimeşin û polîsan êrîş kir. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî beriv da polîsan û pevçûn derket.
Bi wesîleya protestoya 9’ê cotmehê ji ber avahiya BDP’a navçeyê heta kawşaka girtîgeha berê meşek pêk hat û piştî meşê dxuyaniyek hat dayîn. Komên ji girseyê veqetiyan berbi navenda navçeyê meşiyan Û polîsan êrîşê girseyê kirin. Li dijî êrîşa polîsan ciwanan bi kevir, bombeyên deng û fîşekên hewayî bersiv dan. Gengeşî li navçeyê didome.