Li Gallerê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Li Gallerê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Kurdistaniyên herêma Gallerê ya Îngilîstanê dijîn, li ber Parlementoya Gallerê çalakiyekê piştgirî dan greva birçîbûnê .

Kurdên li herêma Gallerê (Wales) a Înglîstanê li ber Parlementoya Gallerê bi çalakiyekê piştgirî dan greva birçîbûnê ya ku 44 roj in berdewam dikin.

Gelek Kurdistanî li ber Parlementoya li paytext Cardiffê kom bûn, û çalakî li dar xistin. Parlementerê Partiya Neteweyî ya Gallerê (Plaid Cymru) Alun Fred Jones jî piştgirî da çalakiya Kurdan. Kurdan bi înglîzî dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan û 13 ciwanên Kurd ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re, ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.