Têkoşîna Dadê ya ji bo sê jinên Kurd ên Şoreşger, ji damezirandêra PKK'ê Sakîn Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylamez, ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, didome.
Bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-E), Koordînasyona Jinan a Netewî ya Fransayê ku gelek saziyên jinan di bin banê wê de hene, Meşa Cîhanî ya Jinan a Fransayê, Kolektîfa Heroîne, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Yekîtiya Sendîkayên Solîdaîresê daxuyaniyeke hevpar dan û banga tevlêbûnê li meşên 8'ê Çile ya Parîsê û bajarên din kirin.
Rêxistinên jinan diyar kirin ew ê ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar li qadan daxwaza 'Heqîqet û Dadê'' bikin.
Rêxistinên jinan daxwaz û armancên çalakiyê bi van xalan diyar kirin:
*Bila hêzên li pişt komkujiya li Parîsê were diyarkirin, ev werin darizandin û mehkûmkirin.
*Bila hinceta xefkirinê ya 'raza dewletê' li ser agahî û belgeyên komkujiyê demildest were rakirin.
*Ji bo ku hikûmeta Fransiz û rayedar malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin qebûl bike û bi saziyên darazê yên ji dozê berpirs re bi rengekî zelal hevkariyê bike, em ê li qadan bin.
*Ji bo ku em nehêlin ku faşîzm bi pêş ve biçe, em bi hev re jiyan û azadiya jinan biparêzin.''
Rêxistinên jinan di şexsê Sakîne, Rojbîn û Ronahî de ji nûnera Dulcîe September a Efrîkaya Başûr bigirin heta bi Berta Caceres a Hondurasî û Marîelle Franco a Ajantî, hemû jinên ku bi destê pergala baviksalar, bi tundiya mêr, şer, terora dewletê, bi dagirkirin û operasyonan hatine qetilkirin b bîr anîn û gotin, ''Ji bo ku em dawî li kuştinên jinan bînin 8'ê Çile em li qadan bin.''
Tevgerên jinan ên Franszi di meşa 8'ê Çile ya Parîsê de wê korteja femînîst çêbikin û bi pankarta xwe bimeşin.
Teqwîma meşa li Fransayê wiha ye:
8'ê Çile Şemî
Parîs: Meş-mitîng Saet: 12.00 Gare Du Nord
Strasbourg: Meş-mitîng Saet: 13.00 Place de la Gare
Marseille: Meş mîtîng saet: 13.00 Canebiere/Marseille
Bordeaux: Meş mîtîng saet: 18.00 Place Stalingrade
9'ê Çile Yekşem
Toulouse: Mitîng Seat: 14.30 Stesyona Metroyê ya Jean Jaurès