Li bajarê Toulouse 3 ciwanên Kurd yên penaber bi hinceta ku 4 rojan tecawîzê zarokek keç ya 14 salî kirine, ji 8 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê danê.
Çapemeniya Fransa bi rojane vê bûyera tecawizê nîqaş dike. Medyaya ku heta îro îfadeya Kurd bikarnedianî, piştî vê bûyerê bi taybetî dibêjin ku tecawîzkar ‘kurd’in. Bûyer ji aliyê civaka kurd ve hate şermezarkirin û bi taybetî jî bertek nîşan dan ku nasnameya gelê Kurd derxistin pêş û bi civaka kurd paqij dikin.
Dadgeha cezayê ya Haute-Garonne roja înê ciwanê bi navê Îshak Guler ku di sala 2009’an de bi Julîe re cara yekem ketibûn têkiliya zayendî bi sûcdariya ku tecawîz kiriye hevkariya tecawîzê kiriye 15 sal ceza lê birî.
Hevalê Guler, Selman Varkan yê 24 salî jî rastî 13 ceza hat. Her wiha Selçuk Ozcan yê 37 salî jî ber tecawîzê rastî 8 sal ceza hat.
Karkera seksê ya Bulgar Velîchka Naydenova ya 31 salî ku dema buyerê Julîe li mala wê bû jî rastî 5 sal ceza hat.
Julîe ya kul i Pas-de-Calaîs li gele bapîr, bav û xwişka xwe diman di meha tebaxa 2009’an de ji malê reviyabû. Julîa diçe bajarê Toulouse û li wir bi ciwanên ku mijara gotinê re xwe dide nasîn û rastî suîstîmalê dimîne.