Li Frankfurtê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê piştgirî

Li Frankfurtê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê piştgirî

Li bajarê Almanya Frankfurtê bi armanca piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, greva birçîbûnê ya 3 rojî hate destpêkirin.

Bi pêşengiya Komîsyona Ciwanan a Meclîsa Gel a Frankfûrtê, li qada Romerê ya li beramberê Şardariya Frankfurtê koneke hate vedan û greva birçîbûnê ya sê rojan hate destpêkirin. Nêzî 20 ciwanan kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin. Ciwanan di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin.

Çalakiya Kurdan li rastî eleqeya Almanan tên. Çalakî dê roja şemiyê saet di 13.00 de bi mitîngekê bi dawî bibe.