Li bajarê Frankfurt yê Almanyayê bi armanca piştgirî dayîna girtiyên siyasî yên Kurd, çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî tê destpê kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê jiyan dikin bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku di roja 43’mîn de ne, dê 3 rojan bikevin çalakiya birçîbûnê .
Çalakiya di bin pêşengiya Komîsyona Ciwana ya girêdayî Meclîsa Gel ya Frankfurtê dê 26’ê Cotmehê roja Înê destpê bike. Çalakiya ku dê di bin konê li Qada Romer bê vedan berdewam bike, dê roja Yekşemê bidawî bibe.
Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li Zanîngeha Bochum ya Almanyayê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî dikin.