Li Fînlandiyayê meşa piştgiriya ji bo girtiyan

Li Fînlandiyayê meşa piştgiriya ji bo girtiyan

Li paytexta Fînlandiya Helsinkîyê bi armanca piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd re meşek meşaleyî hate lidarxistin.

Li gel partî û rêxistinên ji her çar parçeyên Kurdistanê Tevna Tevgera Serbest a Fînlandiyayê û gelek dostên Kurdan ên Fînlandiyayî meşek meşaleyî li Helsinkîyê hate lidarxistin. Di meşê de bi sedan kes beşdar bûn.

Di meşê de alên PKK, PJAK, PAJK û Herêma Kurdistanê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Kurdan di meşê de pêşmalkên “Ne mirin, çareserî”, “Tirkiye dikuje, bêdeng nemîne” û “îro roja 60’emîn e, êdî bes e” li xwe kirin. Çalakgeran dirûşimên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” qêriyan.

Di dawiya meşê de mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de nunerên CDK, Komeleya Kurdan a Helsinkiyê, Komela, Tevgera Goran, YNK û PJAK’ê axivîn. Nunerên partî û rêxistinên Kurd bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan û ji hukûmeta Helsinkiyê kirin ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan zextê li Tirkiyeyê bike.