Li Ewropayê pergalên hilbijartinê û mînaka demokrasiya yekser
Li Ewropayê pergalên hilbijartinê û mînaka demokrasiya yekser
Li Ewropayê pergalên hilbijartinê û mînaka demokrasiya yekser
Mîna ku pisporê siyasetê yê Fransî Mîchel Hastîngs bi metaforî tîne ziman, "pergalên hilbijartinê dengan vediguherîne kursiyan. Mîna ku metal vediguhere zêr."
Ji sê alternatîfên hilbijartinê yên hikûmeta AKP'ê di "pakêta demokratîkbûyînê" de aşkera kir yek jê dewama pergala antîdemokratîk, her du alternatîfên din jî li gorî mûxalefet û analîstên siyasî, dê di hilbijartinên pêş de li gorî berjewendiyên AKP'ê hatine amadekirin.
Ev pakêta ku bi giştî kêmî bendewariyên raya giştî ye, di heman demê de karektera AKP'ê nîşan dide ku li pêşberî daxwazên demokratîk "li ber xwe dide", "binpê dike" û dema tengav dibe, demokrasiyê jî li gorî berjewendiyên xwe weke "amûrekê" bikar tîne. Benda ji sedî 10'an a heyî, benda li pêşiya Kurdan e, her du alternatîfên hatin pêşniyarkirin jî, dema encamên gengaz ên di hilbijartinên pêş de li ber çavan werin girtin, dê ne demokrasiyê AKP'ê xurtir bike.
Pergalên hilbijartinê yên herêma teng û herêma tengkirî yên AKP'ê pêşniyar kirin an jî "ferz" kirin, mînakên wan ên li Ewropayê berejavî şêwazê deshilatdariya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi yek rewşê (yek alî) nameşin. Her çend pêşniyarên Erdogan nêzî modela hilbijartinê ya li Fransayê be jî, wê nêzîkatiyeke kêm be ku bi vî rengî were vegotin. Li Fransayê ji yekê zêdetir pergalên hilbijartinê hene. Di nava welatên ku ne "Pirejmarî" pirejmaretî û temsîliyet derdikeve pêş de, Swîsre balê dikşîne. Li vî welatî, navgînên yekser ên demokrasiyê, di jiyana siyasî de xwedî giraniyê ne.
PERGALÊN HILBIJARTINÊ YÊN FRANSAYÊ
Pergalên hilbijartinê yên Fransî, bi giştî weke sê "malbatên" mezin ji hev cuda ne:
- Di ya yekemîn de, li gorî têgihiştina 'VAE VICTIS' (Bi Latînî tê wateya; 'lîstik qediya, yê di binî de ma têk çû'), rêveberiyên hilbijartinê yên xwe dispêre esasa pirejmarî. Yanî "yê qezenç dike, hemûyan digire" yan jî bi gotineke din namzet yan jî lîsteya namzetan a bi ser dikeve, mafê temsîlkariya yekane bi dest dixe.
- Di ya duyemîn de şêweyên hilbijartina nispî cih digire. Di vê derê de hemû pêkhateyên siyasî, li gorî dengê wergirtiye, tê temsîlkirin.
- Ya herî dawî jî malbata hilbijartinan a têkel. Di vê pergalê de, bandorên pergalên her du malbatên din tevlihev tên kirin û hemû pegalên hilbijartinê tên gel hev.
Hilbijatrinên Serokkomariyê
Hilbijartinên Serokkomariyê ji sala 1962'an û vir ve yekser bi dengdayîna gel tê kirin. Serokkomar ji bo 5 salan tê hilbijartin û bi tenê ji bo carekê dikare bê nûkirin. Heta sala 2010'an wezîfeya Serokkomar 7 sal bûn. Hilbijartin li gorî bingeha pirejmarî bi du tûran tê kirin. Du namzetên di tûra destpêkê de bûn yekemîn, di tûra duyemîn de dikevin pêşbirkê. Di tûra yekemîn de namzetê di ser rêjeya ji sedî 50 de dengan bistînin dibe Serokkomar, lê belê heta roja îro li Fransayê rewşeke bi vî rengî nehatiye jiyîn. Her wiha ji bo kesek bibe namzetê Serokkkomariyê herî hindik divê ji 500 parlamenteran îmze bistîne.
Hilbijatinên giştî
Hilbijartinên giştî normal her pênc salan carekê tên kirin. Ji bo Meclîsa Neteweyî ya Fransî, li gorî esasa pirejmarî, bi du hilbijartina ji du tûran 577 parlamenter tên hilbijatin. Bi gotineke din, sînorên asayî yên Fransayê, tevî mêtîngeh û Fransiyên li derveyî welat bi 577 herêmên qadên hilbijartinê hatiye destnîşankirin. Ji bo Fransiyên li derveyî welat 11 kursî hatine veqetandin. Her du tûrên di hilbijartinên giştî de, bi tenê bi navbera hefteyekê tên lidarxistin.
Ji bo namzetek di tûra destpêkê de were hilbijartin, divê ji sedî 50 yê dengên hatin bikaranîn û herî kêm ji sedî 25'ê dengê hilbijêrên qeydkirî bi dest bixe. Eger rêjeya beşdariya li hilbijartinan gelekî kêm be, dibe ku tûra duyemîn were lidarxistin. Namzetên herî kêm ji sedî 12,5 ê dengan wergirtine, dikarin beşdarî tûra duyemîn bibin. Di vê rewşê de sê yan jî çar kes dikarin ji tûra duyemîn re bimînin. Berevajî, eger namzetek nuqteya rêjeya ji sedî 12,5'an derbas dibe, kesê di rêza duyemîn de wî-ê dişopîne, rêjeya deng çi dibe bila bibe, dikare xwe ji tûra duyemîn re namzet nîşan bide. Eger di tûra duyemîn de encameke wekhev derkeve holê, hingî temenê kîjan namzet dirêj be, ewê were hilbijartin.
Hilbijartinên Senatoyê
Endamên Senatoyê, ku baskê jêrîn ê parlamentê ye, neyekser tê hilbijartin. Senato, kolektîvîteyên herêmî temsîl dike. Mîna Meclîsa Neteweyî bi dengdaniya qanûnan re erkdar e, lê belê dema nêrînên cuda derkevin holê, hingî parlament dikare biryarê bide. Li gel vê yekê, eger her du meclîs li hev nekin, hingî hikûmet dikare mafê gotina dawî bide Meclîsa Neteweyî. Di rewşên ku li ser Serokkomariyê lihevnekirin derkeve holê de, bi awayekî demborî Serokê Senatoyê vî karî dimeşîne.
348 senator ji bo wezîfeya ji şeş salan tên hilbijartin. Lê belê nîvê Senatoyê her sê salan carekê tê nûkirin. Berevajî parlamenterên Meclîsa Neteweyî, endamên Senatoyê ne bi dengdayîna gel, ji aliyê "Hilbijêrên Mezin" ve tên destnîşankirin. Bi vî rengî senator dibin 'wekîlê wekîlan'. Ji xwe 577 parlamenter ji aliyê 1870 endamên meclîsa herêmê, 4 hezar endamên meclîsa giştî ya bajêr û 142 hezar delegeyên meclîsa şaredariyê ve tên hilbijartin. Temenê bûyîna senator jî daket 24'an.
Hilbijartinên welatî
Li Fransayê hilbijartinên welatî, di çarçoveya reforma "kolektîvîteya welatî" ya di sala 2010'an de hat qebûlkirin, weke rêbazeke nû ay hilbijartinê balê dikşîne. Di van hilbijartinên Adara 2014'an de hem konseyên welatî (parlamentên herêmî) hem jî endamên konseya welatî werin hilbijartin. Ev hilbijartinên nû dikevin şûna tîpa du hilbijartinên beriya niha yên herêmî û kantonî. 3 hezar endamên meclîsê yên werin hilbijartin, wê hem di meclîsa bajêr hem jî di meclîsa herêmê de cih bigirin. Ji sedî 80 yê kursiyan dê li gorî hilbijartina yek tûrî ya xwe dispêre pirejmarî, ji sedî 20 jî bi pergala hilbijartinê ya nispî ya lîsteyên bajêr werin diyarkirin.
Hilbijartinên Şaredariyê
Li Fransayê hilbijartinên şaredariyê her şeş salan carekê tên kirin. Li welêt zêdeyî 36 hezar komun hene. Ev hejmar li gorî welatên din ên Ewropayê gelekî zêde ye. Mînak li Îtalyayê bi tenê zêdeyî 8 hezar komun hene. Pergala hilbijatrinê li komunên kêmî nifûsa 3 hezar û 500 û zêdeyî nifûsa 3 hezar û 500 ne weke hev e. Di ya yekemîn de meclîsên şaredariyê bi du tûran li gorî esasa pirejmarî tên nûkirin, di ya duyemîn de yanî di komunên zêdeyî 3 hezar û 500 nifûsî de, pergala hilbijartinê ya nispî tê pêkanîn. Bi tenê lîsteyên zêdeyî ji sedî 10 ê dengan bi dest dixin, ji tûra duyemîn re dimînin. Lîsteyên zêdeyî ji sedî 5'an dengan werdigirin jî dikarin bibin yek. Lîsteya di tûra duyemîn de dibe yekemîn "prîm" te dayîn, bi awayekî zelal eger di binê ji sedî 50 de dengan bistîne jî, dê bi awayekî otomatîk piraniya kursiyên li meclîsên şaredariyê bi dest bixe.
PERGALA SIYASÎ YA SWÎSREYÊ: DEMOKRASIYA YEKSER
Swîsre ku li navenda Ewropayê welatekî biçûke, ne pirejmarî ne jî mûxalefetê nas dike. Her partiyeke siyasî, li gorî mijara tê nîqaşkirin pozîsyonê digire. Serokê federal ê gelek welatiyên Swîsreyî wî nas nakin, salê carekê diguhere. Li vî welatî, navgînên demokrasiya yekser di jiyana siyasî de her tim xwe dide hîskirin. Swîsre bi mijarên pêşkêşî dengdanê dike re, dem bi dem xwe dixe rojevê.
Kanton
Bi navê xwe yê fermî Konfederasyona Swîsreyê ji yekitiya 26 kantonan pêkt ê. Her kanton xwedî xweseriyeke berfireh e û destûra bingehîn a her yek ji wan heye. Li gorî prensîba herêmî ya di Destûra Bingehîn de cih digire, her erka bi awayekî zelal di asta federal (neteweyî) de nayê dayîn, bi awayekî ser girtî erka kantonekê ye. Bi pergala xwe ya siyasî û hilbijartinê re, naveroka polîtîkayên gelemperî li her kantonê ji hev cuda ne.
Konseya Federal (Hikûmet)
Konseya Federal li Swîsreyê rola rêvebirinê dileyze. Mirov dikarin bişibînin Desteya Wezîran a li gelek welatên Ewropayê. Konseya Federal ji aliyê Meclîsa Federal ve ji heft parlamenterên serbixwe hatine hilbijartin ve, ji bo çar salan tê wezîfedarkirin. Li Swîsreyê ne pirjemarî ne jî mûxalefet heye. Li gorî mijaran koalîsyon tên kirin an jî xerakirin. Dengdana baweriyê nabe mijara gotinê. Parlament nikare hikûmetê fesih bike, hikûmet jî nikare parlamentê. Heft endamên Hikûmeta Federal ên li erka rêveeriyê, piştî ku carekê hatin hilbijartin, eger bi xwe îstifa nekin, dê di çar salên pêş de veguherin rewşeke dest lê neyê dayîn. Vana weke Serokdewletekî kolektîf xizmetê dibînin.
Li ser pêkhatiya Konseya Federal (hikûmet) rêzikek nivîskî nîne. Lê belê kevneşopiyeke kevin a bi navê "formula avsûndar" heye ku ji sala 1959'an û vir ve tê meşandin. Li gorî vê yekê li parlamentê, her yek ji sê partiyên mezin bi 2 kursiyan û partiya çaremîn jî bi kursiyekê tê temsîlkirin. Dilsoziya bi vê formusal avsûndar re her tim dewam nekir. Di rewşa heyî de pênc partiyên siyasî li Konseya Federal tên temsîlkirin. Çar ji van ji partiyên herî mezin pêk tên. Serokê Konseya Federal (hikûmet) ku navgîna rêveberiya Konfederasyonê ye, her salê dikare bê guhertin. Bi vî rengî her endamê hikûmetê salekê serokatiyê dike. Yê ku herî zêde di Konseya Federal de cih girtibe, dikare du yan jî sê caran bibe serokê konseyê. Tevî ku Serokê Konseyê xwedî wezîfeya Serokdewletî û Serokê Hikûmetê ye jî, erkê xwe gelekî sînorkirî ye. Di dema serokatiya xwe de, ji rûniştinên Konseya Federal û hin fonksiyonên temsîlkariyê re serokatiyê dike.
Meclîsa Federal
Meclîsa Federal, navê civînên Konseya Neteweyî û Konseya Eyaletan e, ku ev her du du odeyên Parlamenta Federal e. Her du ode bi giştî cuda li hev kom dibin. Lê belê fonksiyoneke siyasî ya bingehîn a Meclîsa Federal heye: Endamên Konseya Federal (Hikûmet) hildibijêre û di nava van endaman de serokê sala pêş diyar dike.
Konseya Neteweyî
Konseya Neteweyî baskê jêrîn ê parlamenta Konseya Swîsreyê ye. Ji bo çar salan, bi 200 endamên bi pergala hilbijartinê ya nispî tên hilbijartin, pêk tê. 26 kantonên Swîsreyê di heman demê de 26 herêmên hilbijartinê ne. Kanton li gorî nifûsa xwe xwedî kursiyan e. Tevî hin kantonên biçûk ku kursiyek dikeve para wê, kantona herî mezin Zurich xwedî 34 kursiyan e. Ji bo di Konseya Neteweyî de kursî were bidestxistin, pêkanîna"dengê têrker" nîne. Lê belê li kantonên cuda, ji ber hejmara kursiyan "piraniyeke têrker a xwezayî" mijara gotinê ye. Li kantona Zurcihê ji bo kursî were bidestxistin, divê ji sedî 3'ê dengan bê qezenkirin. Li kantonên xwedî yek kursiyê ye jî, yê ku piraniy dengan bi dest xistiye, dikare bibe xwedî wê kursiyê.
Konseya Eyaletan
Konseya Eyaletan baskê jor yê parlamentoyê ye. Swêd bi Îtalyayê re, di navbere dewletê Ewropayê de, wek du welatên, ku baskên jor û jêr bi gitşî xwedî heman rayeyî de balê dikişînin. Hemû projeyên makeqanûnê, di vê di odeyên her du parlamentoyan de derbas bibe.
Konseya Eyaletan ji bo 4 salan hatiye hilbijartin û 46 endaman pêk tê. Di Konseya Eyaleta Kantonan de, bi piranî xwedî du kursiyane lê hinek, ji ber sedemên dîrokî ji ber ku wek nîv kantonî tên nirxandin bi kursiyekî temsîl dikin. Hilbijartin bi giştî li gorî piraniyê bi du turan pêk tê û lê hinek kanton pergala hevsengî pêk tîne. Neuchatel, di Konseya Eyaletan de ji bo du nûnerê xwe mafê dengan da biyaniyan.
Raste rast hêmayên demokrasiyê
Swêd ji ber hêmayên demokrasiyê yên raste rast, dem bi dem behsa xwe dike. Di asta navnetewî de, demokrasiya raste rast bi enstrumanan derdikeve pêş.
1-Referanduma hatiye ferzkirin:Hemû sererastkirinên der barê makeqanûnê de pêşkêşî dengdana gel dikin û tê payîn ku û hem dengên piraniyê û hem jî piraniya kantonan bigirin.
2-Referanduma girêdayê xwestekê: Hemû qanûnên ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erêkirin, dikare bibe mijara referandumeke bi xwestek. Kesên referandumê dixwazin di nava 90 rojî de dikarin 50 hezar îmzeyî berhev bikin. Ger vê biser bîxînin, qanûnê pêşkêşî gel dikin. Ji bo qanûn bikeve meriyetê, hewcedarî bi dengên piraniyê dibînin.
3-Însiyatîfa gel a Makeqanûnê: Mafê gotinê yên Swêdiyan li ser guherîna makeqanûnê heye. Ji bo vê di nava 18 mehan de tê payîn ku 100 hezar îmze bê komkirin. Sererastkirina ku tê daxwazkirin, piştre pêşkêşî dengdana gel tê kirin, ger piraniya kesên denga bikartînin, piraniya dengên kantonan bigirin, dê bikeve meriyetê. Endamtiya Swêdê ya NY’ê û qedexekirina mînareyan bi vî awayî pêk hat.
Kanton jî herî kêm xwedî sê hêmayên demokrasiya raste rast e. Di hin kantonan de referanduma malî û referanduma çêker jî heye.