Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ku di 12’ê Îlonê dest pê kir du meh li pişt xwe hişt. Kurdên li Ewropa û Amerîkayê dijîn bi armanca piştgiriyê bidin girtiyan çalakiyên xwe didomîn.
LI LOS ANGELESÊ LI BER CNN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Los Angelesê Kongreya Netewî a Kurd ya Bakûrê Amerîkayê (KNC-NA) û saziyên din yên kurdan di 5’Ê mijdarê de li ber seferatxaneya tirk xwepêşendana protestoyî pêk anîn û di 12’ê mijdarê de jî dê li ber CNN’ê bikevin greva birçîbûnê ya 2 rojan.
Aktîvîstên KNC-NA û kurd bêdengiya çapemeniyê ya li dijî grevê birçîbûnê rexne kirin û ji bo bo ku dengê girtiyan bidin bihîstin û bê dengiyên protesto bikin li ber televîzyona CNN’ê det bi greva birçîbûnê ya du rojan dikin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha gotin: “Hêj ku dereng nebûye, hêj ku nehatiye gotin xwezî divê hemû kes peywira xwe bînce cih û dengê zindanan bidin bihîstin. “ Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bila kurd ûdostên kurdan piştigriyê bidin greva ku dê pêk were.
LI HAMBURG GREVA BÊ DEM Û DORNEVEGER
Li Hamburgê li dêra Evangelisch St Georg di 9’ê mijdarê de greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hatiye destpêkiri û bi vê grevê de jî îmze tên berhevkirin. Kurdên Hamburgê diçin serdana çalakgeran Û piştgiriya xwe tînin ziman. Grev 3 rojan carê bi awayekî dorveger dê bidome. Roja şemiyê komek nû dê dewr bigire.