Li Erzîromê berbazek rastî êrîşa çekdarî hat
Li navçeya Erzîrom Xoresanê, berbazek di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû. Berbazê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Erzîrom Xoresanê, berbazek di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû. Berbazê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Erzîrom Xoresanê, berbaz Nazim Altûn danê vê sibehê, dema bi wesayîta xwe diçû Yekîneya 34. a Cebilxaneyê ya Fermandariya Baskê 9. ê Artêşê, rastî êrîşeke çekdarî hat.
Di bûyera li Xaçerêya TEDAŞ'ê qewimî de berbaz Altûn bi giranî birîndar bû. Altûn ê birîndar bi ambûlansê ji cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xoresanê. Piştî destwerdana destpêkê ya li vir, Altûn bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Maraşal Fevzî Çakmak hat kirin.