Li Erîvanê cangoriyên Komkujiya Ermenan hatin bîranîn

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi wesîleya salvegera Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de meresima bîranînê hate lidarxistin.

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi wesîleya salvegera Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 19915’an de meresima bîranînê hate lidarxistin. Saziyên Kurdan yên li Ermenîstanê û Kurd beşdarî meresimê bûn. Bi hezara kes li qada bêjêr li hev civiyan û heta qada Tsitsernakabertê meşiyan. Li vir qûrnefîl û çeleng danîn cihê agirê bîranînê.

Di meresima bîranînê de li ser navê saziyên Kurdan Silo Dirboyan, Îla Tovmasyan û Endamê Meclîsa Gel Şêx Tahir axivîn û gotin, em weke sazî û rêxistinên Kurdan yên li Ermenîstanê êşa gelê Ermenî parve dikin û komkujî şermezar kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku di sala 1915’an de gelê Ermen hatin qetilkirin û niha jî bi destê heman qirkeran Kurd têne qetilkirin.

Di bîranînê de êrîşên dagikirinê yên li ser Rojava, Şengal û Başûr jî hatin şermezarkirin û xiyaneta PDK’ê hate nehletkirin.