13 xwendekarên Zanîngeha Enqereyê DTCF'ê ku piştî bûyeran hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Çend roj berê li Zanîngeha Enqereyê bûyer qewimîn û di bûyeran û serdegirtina malan de 13 xwendekarên Fakulteya Erdnîgarî Ziman û Dîrokê (DTCF) hatin binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Enqereyê kirin.
Xwendekaran ku li Dozgeriyê îfade dan bi daxwaza girtinê veguhestin Dadgeriyê. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyê xwendekaran guhdar kir, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Xwendekarên hatin girtina wiha ne: Necmeddin Işik, Muzaffer Acar, Soner Gun, Cebraîl Guler. Kerem Çiçek, Abdulkerim Cîn, Musa Naknalo, Kadîr Toraman, Maşallah Demir, Servet Başak, Mehmet Şîmşek, Erkan Eryîgît û Harun Torgay.