Li Enqerê li dijî ciwanê Kurd êrîşa nîjadperestî pêk hat
Li Enqereyê komeke nijadperest bi sator, kêr û daran êrîş birin ser Volkan Temelê Kurd. Kesên êrîşî Temel kirin gotin: "Kurdên heram, dê Turkozo bibe gora we."
Li Enqereyê komeke nijadperest bi sator, kêr û daran êrîş birin ser Volkan Temelê Kurd. Kesên êrîşî Temel kirin gotin: "Kurdên heram, dê Turkozo bibe gora we."
Li Taxa Tirkozo ya Mamakê îro danê êvarî D.G., S.G. û kesekî navê wî nehat hînbûn êrîşî Volkan Temel kirin. Hat diyarkirin ku malbata Temel bû cara duyemîn ku bi êrîşên nijadperest re rû bi rû dimîne.
‘EV ÊRÎŞA DUYEMÎN E‘
Ferda malbatê Mizgîn Temel têkildarî êrişê agahî dan û diyar kir ku 3 kesên êrîş birine ser birayê wê Volkan Temel gotine, "Ev der Turkozu ye, dê bibe gora Kurdan. Kurdên heram, bicehimin ji vira." Temel da zanîn ku her sê kesan bi sator, kêr û daran êrîşî birayê wê kirine. Her wiha Temel anî ziman ku heman kesan par jî êrîşî wan kirine û got: "Em ji Şirnexê ne. Ev salek e em bi van êrîşên nijadperest re rû bi rû dimînin û dixwazin em ji vir biçin. Ji me re dibêjin 'Kurdên heram û êrîşî me dikin.' Birayê min hê 17 salî ye. Duh êvarî gava ji malê derketiye, cardin gotine 'Kurdên heram, ev der Turkozu ye, dê bibe gora Kurdan" û êrîşî birayê min kirine.
‘ME GILî KIR, POLÎSAN GOT BAR BIKIN JI VIR EM NIKARIN TIŞTEKÊ BIKIN‘
Temel da zanîn ku ji ber êrîşê bêhna birayê wê diçike û got: "Ser çavê wî perçe kirine. Bi zorê bêhnê distîne. Em çûn nexweşxaneyê û me rapor wergirt, me gilî kir."
Temel diyar kir ku kesên êrîş kirine nehatine binçavkirin û got: "Me rapora xwe girt û îro em çûn qereqolê me gilî kir. Lê êrîşkar nehatin desgîrkirin. Polîsan ji me re got, 'Bar bikin berî ku tiştek bê serê we. Em nikarin wan bigirin, tenê em dikarin cezayê pere li wan bibirin.' Ma ev edalet e?"