Li Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Keser 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

Li Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Firat Keser bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh ceza hate birîn.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Firat Keser ê ku di çarçoveya lêpirsîneke sala 2011’an de dihate darizandin, rûniştina doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Aydinê hate kirin.

Keser û parêzerê wî Sedat Kûla ji Dadgeha Wanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Keser birî.

Parêzerên Keser wê vê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê û îtîraz bikin.

Di sala 2011’an de dema ku derbarê Keser jî ji ber lêpirsînekê doz hatibû vekirin, ‘şahid’ê bi navê M.Ç. piştî 11 salan îfadeya xwe guherandibû û Keser di 28’ê Gulanê de hatibû girtin.  Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Aydinê bi hinceta ku bajarê Keser lê dijî nêzî sînor e û ‘dibe ku bireve’ biryara girtina Keser dabû.