Li Elmanyayê qedexekirina xwepêşendanên holîganan tê nîqaşkirin

Li Elmanyayê qedexekirina xwepêşendanên holîganan tê nîqaşkirin

Qedexeya çalakiyên holîganên ku roja Yekşemê li dijî alîgirên DAIŞ û selefiyan li Kolnê derketin kolanan, tê nîqaşkirin.  Wezîrê Karên Hundir ê Federal diyar kir ku divê bûyerên şîdetê bên qedexekirin û  eyaleta NRW’ê jî got ku divê careke din ji bo çalakiyên wisa destûr neyê dayîn.

Holîganên ku roja Yekşemê li Kolnê bi dirûşma, ‘Li dijî selefiyan’ daketin kolanan, bi polîsan re ketibûn pevçûnê û herî kêm 44 polîs birîndar bibûn. Di çalakiya ku li dijî rojnameger û xebatkarên tenduristiyê jî êrîş pêk hat de, bi sedan rastgir jî tevlî bibûn.

Piştî vê qedexekirina pêşangehên bi vî rengî hat rojevê. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW’ê Ralf Jager, got ku tu aliyên siyasî yê vê xwepêşendanê tune.

Jager diyar kir ku holîganan mafê xwe yê huriyeta xwepêşendanê xerab bi kar anîne,  ev xwepêşendaneke siyasî nîne û li holê platformek şîdetê heye.

Jager got ku di vê xwepêşendanên de di navbera holîgan û rastgiran de avabûnek nû derketiye holê.

Jager da zanîn ku wê ji vir şûnde destûrê nedin xwepêşendanên bi vî rengî.

Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere jî got tu eleqeya çalakiya holîganan bi huriyeta çalakiyê re nîne.