Li Elmanyayê karkerên 7 balafirgehan dest bi grevê kirin
Li 7 bajarên Elmanyayê xebatkarên balafirgehan ketin grevê. Ji ber grevê 2340 seferên hewayî hatin betalkirin.
Li 7 bajarên Elmanyayê xebatkarên balafirgehan ketin grevê. Ji ber grevê 2340 seferên hewayî hatin betalkirin.
Li ser banga Sendîkaya Sektora Xizmetê ya Yekgirtî (Ver.dî) li bajarên Bremen, Dortmûnd, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Munîh û Stûttgart ên Elmanyayê, karkerên balafirgehan biryar dan ku wê 24 saetan dest ji kar berdin.
Grev bû sedem ku 2340 seferên hewayî werin betalkirin. Çalakî piştî ku Ver.di’yê bi rayedaran re hevdîtin kir ku heqdestan werin zêdekirin, hat kirin.
Piştî ku grevê dest pê kir, Seroka Ver.di’yê Chrîstîne Behle ragihand ku çalakiya karkerên balafirgehan mafdar e. Karkeran bi daxwaza zêdebûna heqdestan a 10,5 yan jî herî kêm 500 Euro ya li dijî enflasyona bilind, dest bi grevê kirin.
Behleyê got: “Şertên me yên xebatê gelekî giran e. Divê demildest dawî lê were.”
Rayedarên Ver.di’yê ragihand ku seferên hewayî yên alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê dişînin û yên serok û serokwezîrên dewletan ku ji bo Konferansa Ewlehiyê wê biçin Munîhê, ji grevê bandor nabin.