Li Elmanyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Çalakiyên bi armanca piştgiriya Kobanê yên Kurdên li Elmanyayê dijîn, didomin. Li bajarê Braunschweigê kon hate vedan û gundê Altoting ê Munîhê jî civînek hate lidarxistin.
Li Elmanyayê çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re berdewam dikin. Li bajarê Brauscheigê çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Çalakiya konvedanê saet di 12.00 de destpê dike û saet di 18.00 de bi dawî dibe.
Çalakî wê heta 30’ê Cotmehê berdewam bike. Di çalakiyê de belavokên NAV-DEMê yên ku bi Elmanî hatine amadekirin têne belavkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze têne berhevkirin.
Wê roja 1’ê Mijdarê li bajarê Brauscheigê meşa “Ji bo Kobanê, ji bo mirovahiyê cîhan li dijî DAIŞ’ê dimeşe” bê lidarxistin. Meş wê saet di 14:00 de li Schlossplatz 1 destpê bike.
Li gundê Altoting ê Munîhê jî duh bi armanca piştgiriya bi Kobanê re civînek hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Marcel Seehuber ve hate lidarxistin û ji FEY-KOM’ê Richard Berger û ji Navenda Çanda Kurdan a Salzburgê beşdarî civînê bûn.
Marcel Seehuber axaftina vekirinê kir û diyar kir ku agahiyên zêde yên der barê rewşa Kobanê de, di destê wan de tune ye û ji ber wê jî ev civîn li dar xistine.
Nadîle Kiran bal kişand ser Konfederalîzma Demokratîk û diyar kir ku ev sîstem ji bo sîstema civakê sîstema herî rast e. Richard Berger jî li ser nexşeyê behsa bûyerên dawî yên li Kobanê diqewimin kir.
Berger bang li her kesî kir ku destekê bidin Kobanê û Şengalê. Nêzî 25 kes beşdarî civînê bûn û alîkariya aborî ji bo Kobanê kom kirin.