Li Elmanyayê aktivîteya ‘Lihevcivîna Çandê ya Mezopotamyayê’
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Elewiyên Kurd û Êzidî di “Lihevcivîna Çandê ya Mezopotamyayê” de li hev civiyan, diyar kirin ku cudakarî rê li pêşiya yekîtiya netewî nagire.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Elewiyên Kurd û Êzidî di “Lihevcivîna Çandê ya Mezopotamyayê” de li hev civiyan, diyar kirin ku cudakarî rê li pêşiya yekîtiya netewî nagire.
Komîsyona Bawermendên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, li bajarê Dûîsbûr ê Elmanyayê aktivîteya “Lihevcivîna Çanda Mezopotamyayê” li dar xistin. Bi sedan kesên ku Elewî, Êzidî û ji baweriyên cuda beşdarî aktivîteyê bûn. Di rêzgirtinê de Sirûda Ey Reqîp hate xwendin.
Piştî axaftinên têkildarî armanca aktivîteyê û şûn de li ser navê Wesl Mala Êzidiyan Silehedîn Tagay axaftinek kurt kir. Tagay wiha got: “Li ser xaka pîroz a Mezopotamyayê, DAIŞ’a ku li ser navê Îslamê şer dike, gelê êzidî qetil kirin.” Yagay diyar kir ku DAIŞ ti ferqê naxîne navbera baweriyên din de jî dixwazin bi qetlîaman tine bikin. Tagay bi bîr xist ku PKK, YPG-YPJ hêz didin wan. Axaftina xwe bi “Bijî PKK, YPG û YPJ’ê” bi dawî kir.
Li ser navê FEDA’yê jî Mustefa Deprem malovanî ji hemû kesên ku beşdarî aktivîteyê bûne re kir. Her wiha li ser navê Komîteya amandekariyê jî Nîyazî Oztaş jî wiha got: “Lihevcivîna Çandê ya Mezopotamyayê cara yekem e tê li dar xistin, diyar kir ku divê aktivîteyên bi vî awayî bên li dar xistin.” Di dawiyê de wiha anî ziman: “Tevî hemû cudahiyên me yên çandê jî, divê em yekîtiya xwe ya netewî xurt bikin”
Aktivîte, bi helbestên Ozan Comet û beşdarvanên Êzidî û Elewiyan ve bi dawî bû.